BI DÎMEN

Tecrîd li Kerkûkê hat şermezarkirin

Li nehiya Taktak a Kerkûkê, şêniyên herêmê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û xwestin Ocalan azad bibe.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Rihan Hemedî, Hevserokê Nehiya Taktakê û berpirsyarên YNK û Tevgera Goran ên Taktakê jî di nav de gelek kes beşdarî meşê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bakur başûr rojhilat Apo serokê welat" hatin qîrîn. Li dû meşê daxuyaniyek hat dayîn û bang li hemû Kurdan hat kirin, ku ji bo azadiya Ocalan seferber bibin.

Di destpêkê de Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Rihan Hemedî axivî. Hemedî da xuyakirin, ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd û got, "Mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd bi Rêber Apo re ye. Weke gel, me êrîşên li hemberî Rêberê xwe ti carî qebûl nekirine, em ê qebûl nekin. Pêwîste sazî û hêzên navneteweyî yên di vê dîlgirtin û tecrîdê de berpirsyariya wan hene, derhal bikevin nava tevgerê û bi berpirsyariya xwe rabin."

Hemedî bibîr xist, ku têkoşîna azadiya jinê bi pêşengiya Ocalan şîn bûye û bang li hemû jinan kir, ku berî her kesî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya fîzîkî ya Ocalan bikevin nava tevgerê.

Berpirsyarên YNK û Tevgera Goran ên Taktakê jî li vir axivîn û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Nûneran dan xuyakirin, ku dewleta Tirk dewletek dijminê Kurdan e, lewma li Rojava, Bakur û Başûr êrîşî Kurdan dike û li Îmraliyê jî tecrîdê dişidîne.

Berpirsyarê Tevgera Goran bang li hêzên li Başûrê Kurdistanê desthilatdar in kir, ku derhal hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re biqedînin û got, "Di oxira berjewendiyên malbat û partiya xwe de bes bi dijminê Kurdan bi dewleta Tirk re tifaqê bikin. Dewleta Tirk a bi vê têkiliya we xurt dibe, li her cihî êrîşî Kurdan dike."

...