BI DÎMEN

'Ji Serêkaniyê heta bi Til Hemîsê em hemû arîşeyan bi gel re çareser dikin'

Ji Serêkaniyê heta bi Til Hemîsê xebatên çareserkirina arîşeyên gel berdewam dikin. Endamê Koordînasyona Hevpiştiya bi Gelê Ereb re û yê TEV-DEM’ê Cahîd Hesen diyar kir, wan akademî ava kirine, bi gel re nîqaşan dikin û biryaran distînin.

Endamê Koordînasyona Hevpiştiya bi Gelê Ereb re û di heman demê de endamê TEV-DEM’ê Cahîd Hesen, têkildarî xebatên ku ew dikin ji ANF’ê re axivî.

Hesen diyar kir ku ku xebatên wan hem rêxistinî-fêrkarî ne û hem jî xizmetên di alî jêravaniyê de ne.

'BI AKADEMIYAN EM DIXWAZIN GEL PERWERDE BIKIN'

Cahîd Hesen têkildarî xebatên Akademiyan got, ew beriya meclîs û komunan ava bikin li qadê xebat û civînan dikin û diyar kir, "Li Şeddadê 300, li Holê 100, li Serêkaniyê 100, li Til Hemîsê jî me xwe gihandiye 100 gundî". Hesen got, "Li van qadan, destpêkê li Hesekê, Til Hemis, Til Koçer me sê akademî vekiri, di her dewreya perwerdehiyê de nêzî 20-25 jin û mêr me perwerde kirin. Ev hevalên ku tevlî perwerdeyê bûyin li sazî û komîteyên cihê dest peywir girtin. Kesên ku di akademîyan de cih girtin, di mijarên federalîzma demokratîk, xweserî, neteweya demokratîk, jiyana hevpar û hwd. ders dîtin. Bi vî awayî me armanc kir ku çand hev binasin û siberojeke hevpar ava bikin.

Çete û hin hêzên girêdayî rejîmê li van qadan dibêjin, 'Kurd werin wê jiyanê ji we re nehêlin' û bi vî awayî li dijî rêveberiya demokratîk gel sor dikin û dixwazin mirovan bitirsînin. Bi vî awayî dixwazin rêveberiya neteweya demoratîk û xweser êş nekeve û xurt nebe. Em weke komîteyê dema ku me dest bi van karan kirî, me li dijî vê hişmendiyê têkoşîn da. Me rastî,armancên van derdoran ji gel re vego, me ew tevlî nav xebatan kirin. Ên ku perwerdehiya xwe standin, peywir girtin. Bi vî awayî darazên ku hatibûn avakirin hatin şikandi, gel xwedî li xebatan derket û xebat bi rê ve birin."

JI BO ÇARESERKIRINA ARÎŞEYAN KOMÎTE HATIN AVAKIRIN

Hesen diyar kir, li herêma ku ji çeteyan maye, daxwazên gel bêhtir têkildarî qadên jiyanê ne û wiha got, "Pêdiviyên sereke yên wekî avê, nan, elektirîk û hewceyiyên rojane bêhtir li pêş in û ne di rewşeke wiha de ne ku nikarin werin dabînkirin.’’ Hesen di axaftina xwe de got, deverên ku demeke dirêj di jêrdestiya çeteyan de mayin, jêravaniyê pir ziyan dîtiye û hatiye halekî wiha ku nema dikare were bikaranîn û wiha berdewamî da axaftina xwe: ‘’Li hin deveran em hewl didin ku cebirandinê bikin û hin pêdiviyan dabîn bikin. Di vê mijarê de gel gel projeyên TEV-DEM’ê an jî rêveberiya xweser fêhm kiriye. Lig elek gundên herêmê berê li ser bîran mekîneyên weke dînamoyan hebûn. Gelek ji van amûran ji hêla çeteyan ve hatin dizîn, an jî ziyan dane wan. Bi tevlêbûna TEV-DEM, rêveberiya demokratîk, şaredariyê û alîkariya YPG’ê hin komîte hatin avakirin. Li herêmê bi rêya van komîteyan hin arîşeyên sereke têne tespîtkirin, plan têne çêkirin. Di serî de li Holê, Şeddadê, Çiyayê Kizwanê û hin deverê dî me hin motor û tangêrên avê standin.

Me nîqaş bi wan kesan re kir ên ku bi armanca bazirganî avê tînin herêmê, me ji wan re got, ku ew avê bê pere bidin gel ew ê fonekê ji bo wan veqetînin. Lê ev pêşniyara me bi erênî nehate pêşwazîkirin. Ev şex, li hin deverên dûr avê difiroşin bi pereyekî zêde, weke 500 lîreyî. Ji bo ku em pêdiviyên gel ên di vê qadê de dabîn bikin, me biryar da ku tangêrên avê bikirin. Dîsa li herêma Holê ku di dema DAIŞ’ê de dînamo-motorên hatibûn dizîn an jî ziyan dabûne wan, em ê ji nû ve motoran bistînin û bi cih bikin li ser van bîran. Bi vî awayî jî gel di kar û barên çadiniyê de wê berekî zêde bistîne."