Cenazeyên 9 cangoriyên Minbicê hatin veşartin

Cenazeyên 9 şervanên azadiyê yên di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Şehîd Xebat hatin veşartin.

Cenazeyên 9 şervanên azadiyê yên di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Şehîd Xebat hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên ji bajarên Dêrikê, Girkê Legê, herêma Koçerat û Beravê ji bo wergirtina cenazeyên têkoşer Şelal Meriî (Mîtan Welat), Nîhad Dîlawer (Deniz Rojhilat), Nûrellah Ozer (Erdal Harûnî), Wesyî Qizimçik (Mordem Bîrhat), Hakan Dûman (Zagros Qoser), Fayiq Aydogan (Şoreş Cûdî),  Riyad Mistefa (Harûn Çiya), Orhan Orden(Şevger Goyî) û  Kînan Kara Deniz (Têkoşer Serhed, li pêşiya nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. 

Şêniyên ku li benda wergirtina darbestên têkoşeran bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û alên YPG/YPJ’ê hilgirt. Şêniyan bê navber dirûşmeyên ‘Bi  can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd’,’Ey şehîd xwîna te li erdê namîne’, berz kirin.

Piştî ku girseya gel cenzeyên têkoşeran wergirtin bi karwanekî ji dehan wesayitan, berê xwe da goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Di dema ku karwanê têkoşeran di kolanên bajar û  gundan re derbas dibû, welatiyan bi dirûşmeyan û bilinkirina nîşana serketinê, silav didan wan.

Dema karwanê têkoşeran gihişt goristanê, şervanên YPG/YPJ’ê cenazeyên hevrêyên xwe hilgirtin ser milê xwe, ew derbasî goristanê kirin û li cihê merasîmê bicikirin.

Piştî ku şervanan darbestên hevrêyên bicikirin, merasîma leşkerî lidar xistin.

Piştre Fermandar YPJ’ê Têkoşîn Dêrik axivî û got: "Eger ku em îro nefesek azad û bê minet dikşînin, ev bi saya berxwedan û xwîna şehîdên me ye. Ev şehadet ji eşqa felsefeya azadiyê ya Rêber Apo tê. Em di hizûra van hevalên şehîd de, soza şopandina rêya têkoşînê dubare dikin."

Paşê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Sîstema Federaliya Demokratîk Hediye Yûsiv axivî. Hediye Yûsiv di destpêka axaftina xwe de ji bo malbatên têkoşeran û tevahiya gelê kurd re, sersaxî xwest û got, "Em rojane li vê qada pîroz, şehîdên xwe oxir dikin û dispêrin axa pîroz. Em soz didin van qehremanan ku em ê riya wan heta serkeftinê, bişopînin."

Hediye Yûsiv bal kişand ser pêngava 15’ê tebaxê jî û ev tişt gotin: "Guleya yekemîn a ku hevrê Fermandar Egîd di 15’ê tebaxê de teqandiye, li dijî xeta îxanetê, dijminên doza gelê kurd û hikûmeta AKP’ê bû. Serketinên ku îro li Rojavayê Kurdistanê tên bidestxistin, berdewamiya  pêngava 15’ê tebaxê ye."

Hediye Yûsiv îşaret bi rizgarkirina bajarê Minbicê jî kir û ev tişt anîn ziman: "Operasyona rizgarkirina Minbicê, rêya xelasiya bi hezaran gelên herêmê ji zilm û zora çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê bû. Her wiha Minbic rêya destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê ya di navbera Tirkiyê û Reqayê de bû. Bi riya fedekarî û xwîna van şehîdên qehreman riya çeteyan hat birîn û derbeyeke mezin li wan ket. Da ku nikaribin terora xwe hîn zêdetir li herêmê belav bikin û mirovên bê guneh qetil bikin."

Piştre nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbat û hevrêyên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de jî şervanên YPG/YPJ’ê dîsa darbestên hevrêyên xwe yên şehîd rakirin ser milê xwe û spartin axê.

 

...