BI DÎMEN

Li Kerkûkê gerîlayan 15’ê Tebaxê bi awayekî bi heybet pîroz kirin

Li Kerkûkê gerîlayan 15’ê Tebaxê pîroz kirin û sond xwarin ku ew ê Ocalan azad bikin û Kurdistana azad ava bikin.

32. salvegera 15’ê Tebaxê li Kerkûkê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet hate pîrozkirin. Di merasîmê de fermandarê eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat axivî û wiha got: ‘’15’ê Tebaxê navê biryardariyê, wêrekiyê, fedakariyê, li gel hemû şertên giran, navê jiyana vîna azad û parastina wê ye’’

Salvegera 32. a Pêngava 15’ê Tebaxê, ji hêla gerîlayan e li Kerkûkê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet hate pîrozkirin. Di merasîmê de Fermandarê Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat, Selîm Zîlan, Fermandara YJA-Starê ya Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Çîgdem Dogu, ji fermandariya eniya Kerkûkê Serdar Garzan û Berfîn Denîz amade bûn.

Piştî merasîmê çalakiyên çandî hatin kirin, di çalakiyan de coşî, moral û biryardariya têkoşînê hate dîtin.

 ‘CEJNA BÛYINÊ’

Fermandarê Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Serhat, di merasîmê de xîtabî gerîlayan kir û wiha anî ziman: ‘’Em weke gerîlayên HPG’ê, YJA-Starê, ji bo ku rojeke wiha bi keda xwe, fedakarî û îdeojiya xwe ji me re afirandiye, em ji Kerkûkê heya bi Girava Imraliyê Rêber Apo slav dikin. Di salvegera 32. de di serî de fermandarê me yê mezin Egîd, hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. 15’ê Tebaxê ji bo me roja bûyinê ye.’’ Serhat wiha pê de çû: ‘’15’ê Tebaxê navê biryardariyê, wêrekiyê, fedakariyê û li gel hemû şertên giran jiyana vîna azad e ‘’ û bi berdewamî wiha diyar kir:

‘’ Bi taybetî di vî sed salê dawî de ev şerê qirêj yê ku faşîzm li Kurdistanê bi rê ve dibe, bûye siyaseta teror, îmha-înkarê, redkirinê û tunehesibandina gelê Kurd. 15’ê Tebaxê navê qêrîna azad, navê wê berxwedanê ye ku guleya pêşî dayî ber devê lûleyê. Di 15’ê Tebaxê de di pêngava me ya 15’ê Tebaxê de ku fermandarê me yê mezin hevrê Egîd guleya xwe li Qileban û Şemzînanê berdayî, hedefa wê ne tenê dîktatoriya dewleta Tirk herwiha hedefa wê hemû dîktatoriyên Rojhilat Navîn, noker, îxanetkar û hevkarên wan e. Ji bo vê jî ev berxwedana ku di 15’ê Tebaxê de hatiye nîşandan di nav gelê me de rihê azadiyê ava kiriye. Pêngava me ya ku bawerî, zanebûn, kelecanî û vîna azad derxistî holê, têkoşîna me roj bi roj berz kiriye û niha êdî bi biryardarî ber bi serkeftinê ve diçe. Ji bo vê jî rihê ku 15’ê Tebaxê ava kirî îro li hemû Kurdistanê bi serkeftinê mezin bi pêş ve diçe. Li hemû çiya, deşt, bajarên Kurdistanê berxwedana mezin a gerîlayan, bi felsefeya Rêber Apo, di xeta fermandarê me yê mezin Egîd de têkoşîna xwe berdewam dike. Gerîlayên me, bi vî rihê berz, îro li Rojhilata Navîn li dijî hemû rejîmên dîktator pêşengtiyê ji berxwedanên mezin re dike.

Ji bo vê jî di salvegera 32. a Pêngava 15’ê Tebaxê de, em Şoreşa Rojava û serkeftina Minbicê pîroz dikin. Em YPG’ê, YPJ’ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk slav dikin. Mîmarê vê serkeftinê giyanê Pêngava 15’ê Tebaxê ye.

 ‘EM SOND DIXWIN’

Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê roj bi roj feşkilîna dewleta TC’ê, bi berxwedana giyanê 15’ê Tebaxê pêk tê. Di pey vî giyanî de ku bi keda bi hezaran şehîdên me ava bûye, em di arîfeya wê şîarê de ne ku bi Statû ji Kurdistanê re, ji Rêber Apo re azadî tê vegotin. Di salvgera 33. a Pêngava 15’ê Tebaxê de em sond dixwin ku Rêber Apo û Kurdistanê azad bikıin.’’

Di merasîmê de çalakiyên kulturî jî hatin kirin, li gel folklor, koro, şano, skêçên ku gerîlayan hazir kirin, heya derengê şevê govend hate gerandin.

 

...