Şervanê Minbicê Zinar Zozan bi awayekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Zinar Weyso (Zinar Zozan) ê ku di operasyon azadirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, li Girê Spî bi beşdariya bi sedan kesî bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Bi sedan welatiyên ji bajarê Girê Spî ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Minbicê Zinar Weyso li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a bajar kom bûn. Girseya welatiyan piştî ku cenazeya şehîd wergirt bi karwanekî wesayîtan ve ber bi Goristana Şehîdên Girê Spî ve kete rê.

Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava û sedan ji welatiyên bajarê Girê Spî tevlî karwanê cenaz bûn.

Dema ku karwan gihişte goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Girê Spî Leyla Mustefa axivî. Leyla ji malbata şehîd re sersaxî xweset û pêngava 15’ê Tebaxê li tevahiya welatiyên Girê Spî pîroz kir û got ku serkeftinên niha pêk tê, berdewamiya vê pêngavê ne.

Paşê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdullah Hesen belgenameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Malbatê jî ji aliyê xwe ve soz şopandina rêya şehîdan da.

Piştre cenazeyê şehîd ji aliyê hevalên wî û malbatê ve di nava durişmeyên “Şehîd namrin” û tilîliyên dayîkan ve hate oxirkirin.