Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Taş hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Rêber Taş (Demhat Gerdî) bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Rêber Taş (Demhat Gerdî), ku roja 1'ê Tebaxê di şerê li gundikê Serero yê navçeya Colemêrg Şemzînanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat girtin. Malbatê cenaze anî gundê Navberojan ê Şemzînanê.

Bi sedan kes, ku rêveberên HDP û DBP'yê jî di nav de bûn, li meydana gund li hev civiyan, darbeya gerîlayê HPG'ê Taş hilgirtin ser milan û birin mizgefta gund.

Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Taş li goristana gund li ber duayan hat veşartin.

Li dû merasîma veşartina cenaze, ji bo gerîlayê HPG'ê Taş, konê sersaxiyê hat vedan û girseya gel sersaxî ji malbatê re xwest.