HPG’ê nasnameyên 8 gerîlayan ragihand

HPG’ê nasnameyên 8 gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, detayên şerê bi artêşa Tirk re û nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

HPG’ê têkîldarî operasyona artêşa Tirk a 13’ê Tebaxê li qada Şemzînan a Colemêrgê destpê kir û dewam dike agahî parve kirin û got; “13’ê Tebaxê helîkopterek bi tîpa Kobra ji hêla gerîlayên me ve hate derbkirin. Li vê qadê, gerîlayekî me bi awayekî fedaî ket nav yekîneyên dijmin ku xwe li qûntarekî li qadê serwer bû bi cih kiribûn, bi wan re şer kir, piştî gelek ji dijmin kuştin gihişte şehadetê.

14’ê Tebaxê li derdora girê Şehîd Havîn, leşkeran hewl dan yekîneyên me bixin dorpêçê, gerîlayekî me bi awayekî fedaî çû ser dijmin û dorpêç şikand. Di encama zeîfkirina êrîşên dijmin çalakiyên mezin hatin lidarxistin û gelek leşker hatin kuştin.

Artêşa TC qada operasyon û şer bi obus û hewanan bombe dike. Di domahiya operasyonê de li xeta Gever-Şemzînanê tevgerek zêde ya helîkopterên Skorsky çêbûne. Ev operasyon hê jî didome.

Me duh dabû diyarkirin ku 5 gerîlayên me şehîd ketine. 2 hevalên me yên din jî gihiştine şehadetê. Em nasnameyên 5 gerîlayên xwe yên ku îro li dijî operasyona yekîneyên dagirker bi qehremanî li ber xwe dan radigihînin.”

NASNAMEYÊN 5 GERÎLAYAN

Nasnav: Bager Adar

Nav û Paşnav: Firat Adar

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik û Bav: Perişan - Kadir

Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2016’an /Colemêrg

***

Nasnav: Hêvi Colemêrg

Nav û Paşnav: Şîrîn Ozer

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik û Bav: Feyruz - Yaşar

Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2016’an /Colemêrg

***

Nasnav: Sarîna Sînem

Nav û Paşnav: Demet Gumuş

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik û Bav: Hinar – Mehmet Alî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2016’an /Colemêrg

***

Nasnav: Şervan Amed

Nav û Paşnav: Veysî Yildiz

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Fatma - Sahîp

Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2016’an /Colemêrg

***

Nasnav: Şiyar Zagros

Nav û Paşnav: Ahmet Dirayet

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayik û Bav: Perî - Yûsûf

Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2016’an /Colemêrg

RÊ DI KONTROLA GERÎLA DE NE

HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev zanyar dan:

14’ê Tebaxê saet 16.00’an hêzên me li qada Geliyê Masîro ya girêdayî Elbak a Wanê rê kontrol kirin. Li vir nasname hatin kontrolkirin, têkîldarî 15’ê Tebaxê agahî hatin dayin. Di encama kontorlên nasnameyan de 3 kes hatin binçavkirin. Ber bi êvarî saet 18.00’an ji gundê Kirvanis ê girêdayî Elbakê nêzî 50 cerdevan û hin kontra ji bo destwerdanê hatin qada çalakiyê. Cerdevanan gel û hêzên me ketober dan ber guleyan. Tevî hemû hişyariyên gerîlayên me jî cerdevanan dest ji gulereşandinê bernadan. Li ser vê jî piştî hêzên me gel ji qadê dûr xist, şer qewimiye. Di şer de kontrayek miriye, 2 cerdevan jî birîndar bûne. 3 kesên ku hêzên me binçav kiribûn jî bi îdîaya Gerîla ne, cerdevanan birine qereqola Çaldiranê. Ev 3 kesan ti têkîliyên xwe bi hêzên me re nîne. Danê êvarî saet 20.00’an operasyona ku piştî 2 helîkopterên Kobra li qada bûyerê dan destpê kir, 15’ê Tebaxê piştî danê nîvro bêencam vekişiyaye.

14’ê Tebaxê artêşa TC li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Operasyona, 15’ê Tebaxê vekişiyaye; artêşa TC bi obus û hewanan qada Kato bombe kir.

14’ê Tebaxê danê êvarî hêzên me mabeyna Amed-Çewlikê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Hêzên me li vir nasname kontrol kirin, têkîldarî 15’ê Tebaxê gel agahdar kirin.

15’ê Tebaxê artêşa TC qada Apê Mûsa ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê da ber obus û hewanan.

LI SILOPIYAYÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

15’ê Tebaxê saet 05.30’an hêzên me li dijî qereqola Şahîn Elcan a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku bi çekên ferdî hate lidarxistin, 2 leşker hatin kuştin, çeperekî çeka A4 hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC qadên derdora girên Qirika Helavê, Qirika Xaçika, Şehîd Ahmet û derdora kaniya Şehîd Cûdî bi obus û hewanan bombe kir.

LI QILEBANÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

15’ê Tebaxê saet 11.00’an gerîlayên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li derdora girê Şehîdan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Ev demek e, li gundên çoltera navçeya Erdîş a Wanê komek kontra gefan li gel dixwe û hewl dide bi zorê pereyan bistîne.

9’ê Tebaxê artêşa TC li qada geliyê Mûnzûr a Dersîmê operasyonek li dar xistiye. Di operasyonê de hevalê me Brûsk Amed şehîd ketiye. Nasnameya hevalê me wiha ye:

Nasnav: Brusk Amed

Nav û Paşnav: Osman Ûgûrlayan

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Reyhan - Ganî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Tebaxa 2016 / Dersîm

7 – 10’ê Tebaxê li qada Sumbul a Colemêrgê di êrîşa artêşa TC de ku ji bejahiyê qad da ber obus û hewanan, 2 gerîlayên me birîndar bibûn. Tevî hemû destwerdanan jî 2 gerîlayên me şehîd ketine. Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Rejber Riha

Nav û Paşnav: Ferhat Kanar

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Navê Dayik û Bav: Necla - Şefîk

Dîrok û Cihê Şehadetê: 7-10’ê Tebaxa 2016 / Colemêrg

***

Nasnav: Dilêr Sîpan

Nav û Paşnav: Soner Dîlmaç

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik û Bav: Bedevî - Fehîm

Dîrok û Cihê Şehadetê: 7-10’ê Tebaxa 2016 / Colemêrg

...