Rêwîtiya dawî ya 2 cangoriyên Minbicê

Ji cangoriyên pêngava rizgarkirina Minbicê cenazeyê Seydo Qamişlo li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Cenazeyê Amed Qamişlo jî ji bo were veşartin ber bi Helebê ve hat şandin.

Ji cangoriyên pêngava rizgarkirina Minbicê cenazeyê Seydo Qamişlo li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Cenazeyê Amed Qamişlo jî ji bo were veşartin ber bi Helebê ve hat şandin.

Bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên Ereb Seydo (Mecid Ebdulrezaq) û Amed Qamişlo (Hemûd Elî ) ku di operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan, oxir kirin.

Girseya gel cenazeyên herdu şervanan ji Mala Gel a taxa Enteriyê wergirt û berê xwe da goristna Şehîd Delîl Sarûxan.

Welatiyên li pey cenazeyan dimeşiyan, alên YPG/YPJꞌê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Her wiha birinc û gul bi ser cenazeyan dikirin.

Di merasîma oxirkirinê de, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û cîgirê wî Hisên Ezam, her wiha nûnerên rêveberiya xweser û TEV-DEMꞌê, PYDꞌê û partiya Şiyûî ya Kurdistanî, amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sîham Salih Silêman axivî, rizgarkirina Minbicê li tevahî malbatên şehîdan pîroz kir û ev tişta anî ziman: "Ev serketin bersiva li dijminên mirovahiyê ye. Em soz didin, em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

Fermandarê YPGꞌê Alan Qamişlo axivî, sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest û ev tişt anî ziman: "Bi saya fedekariya keç û xortan, ev ax hatiye parastin. Em soz didin têkoşîna xwe bidomînin, tevahî gelê Sûriyeyê rizgar bikin û civaka xwe li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş, ava bikin."

Apê têkoşer Seydo Qamişlo Silêman Ebdulrezaq axivî û got: "Wek pêkhateya ereb, em ê li gel pêkhateyên herêmê şerê çeteyên DAIŞꞌê bikin û herêmên xwe ji çeteyan rizgar bikin, da em hêviyên cangoriyên xwe pêk bînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn, rêya azadiyê nîşan daye."

Piştî axaftinan, nasnameyên herdu şervanan hatin eşkerekirin.

Şervanê YPGꞌê Seydo Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan, spartin axê, cenazeyê Amed Qamişlo jî veguhestin bajarê Helebê da li wir bê oxirkirin.