Nameya Karayilan a ji bo malbata Celal Ozkan
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji bo malbata siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan (Herbijî) ê çend roj berê jiyana xwe ji dest da, nameyek nivîsand.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji bo malbata siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan (Herbijî) ê çend roj berê jiyana xwe ji dest da, nameyek nivîsand.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji bo malbata siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan (Herbijî) ê çend roj berê jiyana xwe ji dest da, nameyek nivîsand.
Nameya Karayilan bi vî rengî ye: "Bi êş û xemgîniyeke mezin min bihîst ku pêşeng û mezinê malbata we ya hêja, mirovê hêja, welatparêzê mezin hevrê Herbijî (Celal Ozkan) koça xwe ya dawî kiriye. Ez êşa we parve dikim û ji hemû ferdên malbatê re sersaxiyê dixwazim.
Hevrê Herbijî ku nîşaneyeke girîng a welatparêziya Kurdistanê ye, ti carî ne tenê ferdê malbatekê bû. Di tevahiya emrê xwe de wî xizmetên mezin ji vî gelî re kir û bû ewladekî hêja yê gelê me. Hevrê Herbijî ku dilsozekî xurt ê Rêber Apo bû, di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me de kedeke mezin da. Ne tenê xwe, hewl da temamiya malbata xwe tevlî nava şoreşê bike. Û di encama van hewldanên xwe de 3 ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên milîtanan kir, ku yek ji wan fermandarê leheng Îsmet Ozkan (Xalid) e. Ev yek ji bo wî cihê rûmetdariyê ye. Bi rengekî giştî û hevgirtî nêzî têkoşînê bû, bi ti awayî neket nava dudiliyê û bi her tiştên xwe tevlî têkoşînê bû. Sekna hevrê Herbijî sekneke welatparêziyê ye ku divê her tim mînak bê dîtin. Hevrê Herbijî ku cewhera welatparêziya Pirsûs û Rihayê tesmîl dike, kesayetekî welatparêz şoreşger e, ku malbata wî, em hevalên wî û gelê Pirsûsê wê pê serbilind be.
Ji bo min şerefeke mezin e ku min şehîdên leheng ên hevrê Herbijî şehîdên me Îsmet (Xalid) û Ahmet (Botan Emîn) nas kir û bi wan re têkoşîn meşand. Ez vê yekê ji bo xwe weke şensekê dibînim. Naskirin û hevrêtiya bi malbateke bi vî rengî ya welatparêz û mirovên ewçend şoreşger, ji bo min cihê serbilindiyê ye. Ez bawerim, hûn jî weke malbata van mirovên leheng, bi heman rengî serbilind in. Ji bo tevahiya Pirsûs û Rihayê, jiyaneke welatparêz a divê mînak bê dîtin, temsîl dike.
Bi êşa ji destdana mirovekî ewçend hêja, ez ji tevahiya malbatê, gelê Rihayê û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim, soz didin ku em ê mirovê hêja hevrê Herbijî di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bidin jiyîn û bi vî rengî wan nemir bikin. Ez bawerim, hûn weke malbata hêja ya Ozkan, hûn ê ji rêya Herbijiyan dernekevin û ji dil we hemû ferdên malbatê silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim."