Gola Sihkeyê emanetî fîrmayên înşeatan e!
Gola Sikeyê ya li Wanê kirin goleke ku pêdiviyên hin fîrmayên înşeatê dabîn dike. Her sibeh bi sedan qemyonên ku têne ber perava golê, golê vala dikin û ava wê hemûyî dibin.
Gola Sikeyê ya li Wanê kirin goleke ku pêdiviyên hin fîrmayên înşeatê dabîn dike. Her sibeh bi sedan qemyonên ku têne ber perava golê, golê vala dikin û ava wê hemûyî dibin.
Golê Sihkeyê ya li taxa Sixkê ya Wanê ku weke yek ji giringtîrin gola Wanê tê zanîn, ji ber ku zivistanan qeşa digire, dema ku hewa germ dibe ji bo welatiyan dibê cihê ku herî pir xwe lê digirin. Lê ev gola kiçik di demên dawî de bûye cihekî wiha ku pêdiviyên fîrmayên înşeatê û hin aliyan dabîn dike.
'KANA WÊ TÊ ÇIKANDIN'
Têkildarî mijarê Serokê Wan Çev-Derê Alî Kaçik ji ajansa me re wiha got: "Çikandina golan, birkan tiştekî pir neçê ye. Herî pir av bandorê li jiyana me dike, av jiyan e. Hemû çemên me; çemê Bostanîçî û Akkoprûyê bûne çirav. Li şûna ku av bi zelalî biherike tê çikandin. Li vir ku bala we jî kêşa be bi milyonan çûk hene. Çikandina wê ziyaneke li sirûştê ye, divê ev neyê qebûlkirin. Di serî de DSÎ divê pêşî li vê bigire û destûr li vî tiştî neyê dayîn. Divê ev av werin paqijkirin. Ekosîstem ziyanê dibîne.
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ WALÎ
Têkildarî gotina Waliyê Tirk ê li Wanê Îbrahîm Taşyapan ku der barê parastina Gola Wanê û golên din yên biçûk de gotî, ‘’Her kes diaxive, lê kar tune’’ Kalçik wiha got:
"Hêzeke dankirinê ya rêxistinên civaka sivîl nîn e. Di serî de amîrê milkî û saziyên rayedar divê bihistyar bin. Di serî de walî rayedarê kar û barê xwe nakin. Di çêm de bi tonan gilêş dicive, rojê 54 hezar metrekup bermahiyên kêzînê têne avêtin, li vir divê walî were nîqaşkirin. Dankirinên saziyên sivîl ên civakî nîn e. Daxuyaniya walî li gel bi hezaran gotinên me jî herî pir jî bi gotinên xwe, qanûna peravê di ser guhê xwe re davêje. Hêza dankirinê ya van saziyên civakî hey? Em daxuyaniyeke wiha ya ne li rê rast nabînin. Walî di asta pêşî de rayedar e ku xwezayê biparêze, hênceta vê nîn e, ew jî sûcdar in. Ji bo vê bincil bike gotinên populîstî dike."