YPS’ê nasnameyên 8 şervanên xwe ragihand

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameyên 8 şervanên xwe yên di şer de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameyên şervanên xwe yên li Wan û Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniya YPS’ê de ev hatin diyarkirin;

WAN

Nasnameya endamê mey ê li Wanê di 14’ê Hezîranê de şehîd ketiye wiha ye;

Andok Serhad / Mehmet Emîn Ocer / Tirkan - Ramazan / Agirî - Giyadin / 14’ê Hezîranê Wan-Artemêt

12’ê Tebaxê, yekîneyên me li Artemêtê li dijî stasyonek bazê çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev stasyosna bazê bi temamî hate îmhakirin.

Li Taxa Sûlû ya Erdîşê, yekîneyên me li dijî stasyona bazê ya Turkcell û Vodafoneyê çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev stasyon bi temamî hate îmhakirin.

NISÊBÎN

12’ê Tebaxê li Nisêbînê yekîneyek me ya ji 7 hevalên me pêk dihat li taxên ku qedexeya kolanan dewam dikir, li ser wezîfeyê bûn. Dema dikirana ji vê herêmê derkevin, li Cadeya Sakaryayê ketin kemîna çeteyan û şer qewimî. Di şer de polîsek hate kuştin, 2 polîs jî birîndar bû. Li vir 2 endamên me şehîd ketin, endamên me yên din jî dema hewl dan ji herêmê derkevin, dîsa şer rû da. Li vê herêma ku çeteyên Qesrê bi teqwiyeyek mezin hatin, şerekî demdirêj qewimiye. Di şer de 5 endamên me yên din jî şehîd ketine.

Hate tespîtkirin ku ajokarê ku yekîneyên me ber bi kemînê ve biriye sîxur e.

Nasnameya endamên me yên şehîd wiha ne;

Agît Koçer / Yûnûs Aybek / Velha - Suleyman /  Sêrt /  Dîroka Şehadetê: 12’ê Tebaxê

Serdem Welat / Alî Aydemîr / Fatma – Nasir / Qoser / Dîroka Şehadetê: 12’ê Tebaxê

Rızgar Nusaybin / Ramazan Barlos / Midyad / Dîroka Şehadetê: 12’ê Tebaxê

Fîraz Cûdî / Dr. Acar / Sabriye – Abdûllah / Silopiya / Dîroka Şehadetê: 12’ê Tebaxê

Evîn Sozdar /   / Zînet – Sînan / Omerya  / Dîroka Şehadetê: 12’ê Tebaxê

Şervan Nûsaybîn /   / Abdulrezak -   /Nûsaybîn  / Dîroka Şehadetê: 12’ê Tebaxê

Binevş Serhad /  Gimgim  /  Dîroka Şehadetê: 12’ê Tebaxê

CIZÎR

Êvara 14’ê Tebaxê li Taxa Nûrê yekîneyên me bi çekên ferdî û bombeyan destan ve li dijî nuqteya polîsan a li çariyanê çalakî li dar xistin. Hejmara çeteyên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Di heman saetan de polîsên li ber kulubeya nobedê jî hatin hedefkirin. Li vir 2 polîs birîndar bûn.

Ji bo bîranîna Pêngava 15’ê Tebaxê li gelek taxan aktîvîte hatin lidarxistin. Cih bi cih ji ber polîsan hewl dan mudaxeleyî van aktîvîteyan bikin jî şer rû da.”