Sedema îşkence û sirgûna li girtîgehan Rewşa Awarte ye
Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz bal kişand ser îşkenceya bi biryarnameyên Rewşa Awarte re li girtîgehan gelekî zêde bûye û li dijî îşkenceyê banga yekîtî û xwedîderketinê li raya giştî ya demokratîk kir.
MELEK YUKSEL
AMED
çarşem, 17 gelawêjê 2016, 07:24
Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz bal kişand ser îşkenceya bi biryarnameyên Rewşa Awarte re li girtîgehan gelekî zêde bûye û li dijî îşkenceyê banga yekîtî û xwedîderketinê li raya giştî ya demokratîk kir.
Temîzyuz rewşa li girtîgehan ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, ev rewşa tevlîhev û neqanûnî ya li girtîgehan, ji tecrîda li ser Ocalan ne cihê ye. Temîzyuz da xuyakirin, ku dewletê bi şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re polîtîkaya xwe guherand û ji îşkenceyê heta sirgûnkirinê li dijî girtiyan gelek rê û rêbazên zordariyê bi kar tîne.
Temîzyuz da zanîn, piştî ku 'pêvajoya çareseriyê' qediya û hilbijartin 7'ê Hezîranê pêk hat, asta binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan jî bilind bûye, aktîvîteyên hevpar, spor, sohbet û hwd. hatine astengkirin û vê rewşê heta hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê dewam kirin.
Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz diyar kir, bêhiqûqiyên beriya 15'ê Tîrmehê bi fermannameyên veşartî dihat kirin, lê piştî 15'ê Tîrmehê bi fermannameyên Rewşa Awarte, lêdan, îşkence, cezayê hucreyê, sirgûn û bêparhiştina ji mafên jiyanî yên li hemberî girtiyan, di asta herî giran de tên kirin.
GIRTÎGEHÊN KU GIRTÎ SIRGÛNÎ WAN HATIN KIRIN, HÎN ÎNŞAETA WAN NEQEDIYA NE!
Temîzyuz anî ziman, ku hin aliyên girtîgehên ku bi sedan girtî sirgûnî wan hatine kirin, hê înşaeta wan neqediya ne û got, "Me ji malbat û parêzerên girtiyên sirgûnî girtîgehên Tîpa L a Dîlokê û Tîpa T a Odemîşê hatine kirin hîn bûn, ku ev girtîgeh bi tenê ji çar dîwaran pêk tên. Ne cihê razanê, ne xwarin, ne kursî, ne mase, tiştek nîne. Ev yek me matmayî nahêle, ji ber ku di nava mehek Rewşa Awarte de tevî siyasetmedar, şaredar, karmend û parêzeran bi qasî hezar Kurd hatin binçavkirin û girtin. Desthilatdariya AKP'ê ev krîz ji xwe re kir firsend û li dijî Kurdan şer da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de 99 girtî ji Tîpa D ya Amedê sirgûnî Tîpa L a Dîlokê, ji 230 girtiyên li Girtîgeha Sîncanê 126 sirgûnî Bolûyê û 70 jî sirgûnî Tîpa T a Tekîrdagê û girtîgeha Alanyayê hatin kirin."
YEKÎTÎ Û XWEDÎDERKETINA LI GIRTIYAN
Temîzyuz da xuyakirin, ku girtiyên ji doza 'KCK' hatine girtin û bi salan e li girtîgehê ne, divê mîna bersûcên dozên Balyoz û Ergenekonê werin berdan, ev doz bên betalkirin û got, "Weke malbatên girtiyan em ji hêzên demokratîk dixwazin ku bi yekîtî û hesta xwedîderketinê tevbigerin û ji bo rakirina îşkence û kiryarên nebaş ên li hemberî girtiyan, têbikoşin."