Di şerê li Hesekê de 14 leşkerên rejîmê hatin kuştin
Li Hesekê, di şerê navbera leşkerên rejîma Baasê û Hêzên Asayîşê de 14 leşkerên rejîmê hatin kuştin. 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan.
Li Hesekê, di şerê navbera leşkerên rejîma Baasê û Hêzên Asayîşê de 14 leşkerên rejîmê hatin kuştin. 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan.
Li Hesekê, hêzên rejîma Baasê duh êrîşî navenda kontrolê ya hêzên Asayîşê kirin û şerê ji ber vê êrîşê destpê kir, heta nîvê şevê dewam kir. Di vî şerî de 14 leşkerên rejîmê hatin kuştin. Her wiha 8 leşker jî birîndar bûn, ku yek ji van payebilind e.
Şerê li vê derê, bi hewldana rûspiyên li herêmê saet di 21:00 de qediya, lê alozî li hin cihan dewam kir.
2 ENDAMÊN ASAYÎŞÊ JIYANA XWE JI DEST DAN, 8 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN
Di encama êrîşa hêzên rejîmê de, jin û zarok jî di nava de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn. 2 endamên Asayîşê yên ji bo parastina sivîlan ketibûn nava liv û tevgerê jiyana xwe ji dest dan.
Li ser vê yekê hêzên Asayîşê bersiv dan êrşkaran û şerekî dijwar qewimî. Şer li herêma Kaziya Merşo û heta navenda sûka Hesekê, her wiha li herêma Xaçerêya Şerîa ya taxa Neşwa Şerqî dorfireh bû. Hêzên Asayîşê ji deqeya destpêkê ya şer ketin nava liv û tevgerê û welatiyên sivîl ên li taxa Neşwa Şerqî û nava Sûka bajêr asî ma bûn rizgar kirin.
Rêveberiya Asayîşa Hesekê bang li şêniyên li cihên şer lê qewimî kir ku hay ji xwe hebin û bi baldarî tevbigerin.