Li Hesekê şer dewam dike

Piştî êrîşa hêzên rejîmê ya li hember navenda bajarê ya ku di bin kontrola hêzên Asayîşê ya li bajarê Hesekê yê Rojava û şûn de şerê ku destpêkirî dewam dike. Hêzên Asayîşê welatiyên sivîl ên ku asê mane rizgar kirin.

Îro saet di 12.50’yî de hêzên rêjîmê êrîşî benda kontrolê yên Asayîşê ku li sûka Hesekê û taxa Neşwa ne kirin. Li ser vê yekê hêzên Asayêşê bersiv da û şer derket. Şer di herêma Kaziya Merşo û heta navenda sûka Hesekê fireh bû. Li taxa Neşwa Şerqî jî fieh bû û hêzên Asayîşê bersiva êrîşkaran da. Şerê herî dijwar li derdora Çerxeriya Ceyranê û bendên kontorlê yên Muqenîna. Li sûka bajar jî şer û pevçûnên demî hîn bê navber didomin.

SIVÎL BER BI HERÊMÊN KU DI BIN DESTÊ HÊZÊN ASAYÎŞÊ DE NE DISTIRÎNIN

Li taxê şer hê jî bê navber didome. Ji deqeya yekem a şer û heta niha welatiyên sivîl ji herêmên Taxa Neşwa Şerqî ku di bin destê hêzên rêjîmî de ye direvin û xwe dispêrin nuqteyên Asayê.

Endamên Asayêşê Diyar Bekir ê di Taxa Neşwa Rojhilat de parstina dikir gotin ku hêzên rêjîmê welatiyên bendên Asyaêşê û welatiyên sivîl hedef giritin û di encamê de hin welatiyên sivîl bi sivikî birîndar bûne. Bekir da zanîn ku hêzên rêjîmê qenas li ser avahiyên bilind bi cih kirine û welatiyên sivîl hedef digirin.

Endamê Asayêşê Ehmed Hesen jî da zanîn ku hêzên rêjîmê û pêxwasên wan dixwazin di nava pêkheteyên Hesekê de tevliheviyê derbixin û got ku ewê tu carî rê nedin tu aliyan ku biratiya gelan a di nava gelê HEsekê de derbe bikin.

Hêzên Asayîşê li herêma Sûka bajar jî welatiyên sivîl û xwendekarên ku li cihên hêzên rêjîmê asê mabûn rizgar kirin û wan anîn deverên bi ewle.