Li Hesekê di navbera hêzên Asayîşê û hêzên rêjîmê de şer

Li Hesekê di navbera hêzên Asayîşa Hesekê û hêzên rêjîmê de şer derket, şer li sûka bajar û hin nuqeteyên din bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyan; îro saet di 12.50’yî de hêzên rêjîmê êrîşî benda kontrolê ya di sûka Hesekê de kirin, li ser vê yekê hêzên Asayêşê bersiv da û şer derket. Şer di herêma Kaziya Merşo û heta navenda sûka Hesekê fireh bû. Derbarê encamên şer de heta niha tu agahî ne hatine bidestxistin.

Di dema şerde welatiyên sivîl bi lez ji nava sûka bajar derdiketin û hêzên Asayîşê alîkariya welatiyên derdiketin dikirin. Di heman demê de gelek welatiyên ku li nêzî herêmên rêjîmê bûn asê mane.