BI DÎMEN

Gelê Amedê: Ozgur Gundem dengê me ye

Gelê Amedê ku ji Ozgur Gundemê rojeva Kurdistanê û Tirkiyê dişopand, bertek li hemberî zextên li ser rojnameyê û girtina wê nîşan da.

Li gel girtina Ozgur Gundemê û bi lêdanê binçavkirina xebatkarên wê jî, îro rojname gihaşte ber destê xwendakarên xwe. Rojname bi manşêra ‘’Em ê serî li we netewînin’’ bi 4 rûpelî kete ber destê xwendekarên xwe. Li Amedê rojnameya Ozgur Gundemê di demeke kurt de qediya, gel bertekê nîşanî girtina wê dide.

‘OZGUR GUNDEM KEVNEŞOPIYA APÊ MÛSA YE’

Seyfedîn Uslu ku ev 10 sal in belavkariya Ozgur Gundem û Azadiya Welat li Amedê dike, got, çi jî bibe her sibeh ew ê belavkirina rojnameya xwe berdewam bike. Uslu got, ew her sibeh saet 6’an şiyar dibe û ji bo nûçeyan bigihîne aboneyên we dubare li kuçeyan digere û wiha pê de diçe, ‘’Ozgur Gundem kevneşopiya Apê Mûsa ye. Em weke generalên biçûk ên Apê Mûsa divê em li rojnameya xwe xwedî derbikevin. Ez bi tundî girtina Ozgur Gundemê şermezar dikim. Girtina Ozgur Gundemê parçeyek ji şerê psîkolojîk e ku desthilatdariya AKP’ê li ser Kurdan dide meşandin.’’

Uslu xwest ku hevalên wî yên ku di Ozgur Gundemê de dixebitin zû werin berdan û got, ‘’Divê rojname aniha vebe, em weke belavkaran di nav her şert û mercî de em ê belavkirina rojnameyê bidomînin.’’

 ‘EM WEKE GEL LI VIR IN’

Xwendekarekî rojnameyê Mehmet Aktar girtina rojnameyê û bi lêxistinê binçavkirina nûçegihanan şermezar kir û got ,’’Em ê weke gel heya dawiyê li pişt Ozgur Gundemê bisekinin. Ji bo ku neyê girtin tişta ku ji destê me were em ê texsîr nekin.’’

‘EM WEKE ESNAFAN LI PIŞ GUNDEMÊ NE’

Abonevanekî rojnameyê Fuat Yakut jî got, ew qet naxwazin ku Ozgur Gundem were girtin û diyar kir, ‘’Me rojeva Kurdistanê û Tirkiyê ji Ozgur Gundemê dişopand. Ji bo vê jî em teqez li dijî girtina Rojnameyê de û heya dawiyê jî em ê li pey rojnameya xwe bin.’’

‘’OZGUR GUNDEM RASTÎ DINIVÎSAND’

Yek ji xwendekarê rojnameyê Serdar Yildirim jî got, ew bi salan e ku xwendekarê rojnameyê ne û nûçeyên têkildarî Kurdistanê ji Gundemê dişopînin û got, ‘’Bi taybetî jî rastiya tiştên ku li van deran dihatin jiyîn me ji Gundemê dişopand. Ji bo vê jî em heya dawiyê li dijî girtina Gundemê ne. Divê di zûtirîn demê de were vekirin.’’

 

...