Dayikên Aştiyê bi çalakiya rûniştinê tecrîdê şermezar dikin

Dayikên Aştiyê yên li Wanê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP/Qesrê şermezar bikin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakî wê tevahiya rojê dewam bike.

Di nav çawçoweya, ‘’Ez li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe xwedî derdikevim’’ ku ji hêla KJA’yê ve hatibû destpêkirin, îro endamên Dayikên Aştiyê ya Wanê, beriya çalakiya rûniştinê ya li Parka Feqiyê Teyran, Meclîsa Dayikên Aştiyê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Daxuyanî ji hêla dayika aştiyê Zekiye Kaya ve hate xwendin. Kaya diyar kir, li gel ku Rêberê Gelê Kurd bi salan e xebatan dike jî, dewlet û hikûmet polîtîkayên şer dide meşandin.

Kaya xwest ku divê Ocalan di zûtirîn demê de were azadkirin û diyar kir, ku hewe bike ew ê weke dayikên aştiyê bibin mertalên zindî û ji têkoşîna aştiyê qet tawîzan nedin.

Wekîla Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan jî nerazîbûn nîşanî girtina Ozgur Gundemê da û got, Ozgur Gundem li gel ku heya niha tim rastî êrîşan, komkujiyan, bombeyan, girtin û êşkenceyan hatiye jî, ew her li ser piyan maye û wiha pê de çû, ‘’Ozgur Gundem ji bo ku rastiyan dinivîsîne li êrîşan rast tê; Ozgur Gundem ji bo ku ji rastiyan nayê xwar, ji ber polîtîkaya xwe ya alîgir a gel, çewisandî, kedkaran tim rastî êrîşan tê. Em li vir careke dî dengê xwe li hikûmetê dikin; dev ji van polîtîkayên xwe berdin û rojnamevanan serbest berdin.’’

Piştî axaftinan dayikan ji bo rojekê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.

...