Li Amedê 69 saziyên civaka sivîl li dijî qanûna tûrikî ku tayinkirina qeyûman a bi ser şaredariyan de di xwe de vedihewîn, li Bînahiya Xizmetê ya Edlî a Baroya Amedê li hev civiyan û daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di nav saziyan de ÎHD, TÎHV, SES, DÎSÎAD, Kadin Meclîsî, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya, Odeya Mûşawirên Malî ya Amedê, DTSO, MAZLÛMDER, Komeleya Karsazên Jin ên Rojhilat û Rojhilatê Başûr û her wiha gelek saziyên din hebûn.
Li ser navê saziyên civaka sivîl Seroka Endama Desteya Giştî ya Komeleya Karsazên Sanayiyê yên Amedê Bûrç Baysal daxuyanî da û got, yasayên ku berê ji bo rakirina destlênedana wekîlan ti zêdebûnek li demokratîkbûna welêt nekiriye, niha jî dixwazin ji bo rêveberiyên deverî qanûnan derxînin.
Baysal diyar kir, tayînkirina qeyûman a bi ser şaredariyan de ku bi hilbijartinê hatine ser kar, li rêgezên gerdûnên yên hiqûqê, peymanên navnetewî, zagonên navnetewî nagunce.
Baysal wiha pê de çû:
‘’Ji bo rakirina astengiya li ber tayîna qeyûmê ku rêgezên hiqûqê û destûra bingehîn rê nade vê, derxistina Qanûna Tûrikî bi serê xwe rewşeke li dijî hiqûqê ye û nayê qebûlkirin. Me weke SCS’ê 26’ê Hezîrana 2016’an diyar kir ku em li dijî tayînkirina qeyûman in û nîqaşên qeyûmên yên der barê şaredariyan de jî, bi ya me ji hêla demokrasiya Tirkiyê ve paşvebir e û helwesteke wiha ya siyasî ye ku wê zemînê ji rageşiyê re çêbike. Bi rêya qeyûmê ji peywirê girtina hilbijartiyên ku bi rêya gel hatine hilbijartin, tê wateya nasnekirina vîna bi milyonan mirov. Desthilatdariya siyasî ku serê kêliyekê behsa vîna sendoqê dike, nakokiyeke ku vîna sendoqê nas neke.’’
Têkildarî derxistina ji statûya bajarbûnê ya Şirnex û Colemergê jî Baysal diyar kir, ev helwesteke dijdemokrasiyê ye li dijî vîna gel û nayê qebûlkirin.
Baysal di berdewamiya axaftina xwe de got, rêbaza tekena ya avakirina civakake demokratîk û çareserkirina kêşeyan dîyalog û muzakere ne û ji bo vê jî aliyên şer bi mebesta pêkanîna şertên muzakerayan divê li rewşa rawestandina şer bidomin, ji bo vê jî divê bi hişmendiya berpirsyariyê tevbigerin û bihîstyar bin.
Saziyên ku îmza xwe li daxuyaniyê dane:
" Şûbeya Mafê Mirovan a Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê, Komeleya Karsazên Sanayîyê ya Amedê, Komleya Karsaziyên Ciwan ên Başûrê Rojhilat, Komeleya Karsazên Tekstîlê ya Başûrê Rojhilat, Komeleya Karsazên Helkeftvan û Saniyê yên Rojhilata Navîn, MAZLUMDER, Komeleya Kardarên Sosyal û Paqijiyê, Komeleya Karsazên Jin ên Başûrê Rojhilat,Şûbeya Amedê ya Odeya Mekîne û Muhendîsan, Şûbeya Amedê ya Odeya Mîmaran, Şûbeya Amedê ya Odeya Muhendîsên Înşeatê, Şûbeya Amedê ya Odeya Muhendîsên Elektrîkê, Şûbeya Amedê ya Odeya Muhendîsên Jeolojiyê, Şûbeya Ameê ya Odeya Muhendîsên Zîretê. Şûbeya Amedê ya Muhendîsên Madenê. Şûbeya Amedê ya Muhendîsên Derdorê, Şûbeya Amedê ya Plangerên Bajêr, Şûbeya Amedê ya Muhendîsên Kimyayê, Nûnertiya Herêma Amedê ya Odeyên Mîmarên Peyzajê, Nûnertiya Smedê ya Odeyên Mîmariya Hundirîn, Nûnertiya DÎSK/Enerjî –Senê, Nûnertiya DÎSK/Ewlekarî-Senê, Nûnertiya Baroyên Amedê ya DÎSK’ê, Şûbeya Egîtîm-Sen a Amedê ya nimro 1, Şûbeya EgîtîmSen’ê ya nimro 2 û nimroya 3’yan, Şûbeya Sesê ya Amedê, Şûbeya BES’ê ya Amedê, Şûbeya Amedê ya Tumbelsenê, Şûbeya Amedê ya Habersenê, Şûbeya Amedê Yapiyolsen, û şûbeyên Amedê yên Tarimorkamsen, ESM, BTS, Odeya Mişawirên Malî ên Amedê, Komeleya Karsaz û Helkeftvanên Rojhilata Navîn, Konfederasyona Kedkarên Cameweriyê, Komleya Piştgiriya bi 78’yan re, Komeleya Pîrsultan Abdal, Meclîsa Astengbûyan, Meclîsa Ekolojiyê, Akademiya Jinê, Komeleya Jin a Ceren, Navenda Jin a Selîsê, DÎKASÛM, Komeleya Sarmaşikê, GOÇDER, TUHAD-FED, DIYAR TUHAD-DER, DÎAYDER, KURDÎ-DER, Enstîtuya Kurdî, Komeleya Hevkariya Rojava, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya, Cemîyeta Rojnamevanên Azad, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYADER, GENEL ÎŞ 1, GENEL ÎŞ 2, DÎK, Rêveberiya Sîteya Sanayiyê 1., 2 û 3’yan.’’