Balafirên rejîmê bombe li sûka Hesekê barandin
Li Hesekê, şerê di navbera hêzên YPG/YPJ/Asayîş û hêzên rejîmê de, dewam dike. Balafirên şer ên rejîmê jî bombe li sûka bajêr barandin.
Li Hesekê, şerê di navbera hêzên YPG/YPJ/Asayîş û hêzên rejîmê de, dewam dike. Balafirên şer ên rejîmê jî bombe li sûka bajêr barandin.
Balafirên şer ên rejîma Baas a Sûriyeyê, bombe li sûka Hesekê barandin. Li ser encamên bomberdûmanê agahî bi dest neket.
Di êrîşa hewayî ya duh de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, ku 4 ji wan zarok in. Gelek kes jî birîndar bûn.
Hêzên YPG/YPJ û Asayîşê jî derbên giran li leşker û çeteyên rejîmê dixin.