Şahid û xizmên qetlîama Kendekola ku di 15’ê Tebaxa 2000’an de ji hêla balafirên dewleta Tirk hatibû bombekirin û piraniya wan jin û zarok, 36 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û herî kêm 35 kes jî birîndar bibûn, merasîmek bîranînê li dar xistin.
NÛDEM SOZDA
BEHDÎNAN
în, 19 gelawêjê 2016, 14:55
Di 15’ê Tebaxa sala 2000’an de li ser herêma girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku wekî herema ‘Kendekola’ tê nasîn, ji hêla dewleta Tirk êrîşeke pêk hatibû. Artêşa Tirk bi balafirên şer ve herêma Kendekola bombebaran kir û di encama komkujiye de piraniya wan jin û zarok 36 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û herî kêm 35 kes jî bîrîndar bibûn.
Şahîd û xizmên şehîdan li cîhê ku komkujî pêk hatiye şehîd bi bîr anîn. Bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir û der barê komkujiye de axaftin hatin kirin.
Axaftina destpêkê ji aliye Moîn Avdil ê ku di komkujiye de 11 xizmê wî şehîd ketiye hat kirin. Avdil bal kişand li ser bêdengiya dewletan a li beramberî vê komkujîyê, anî ser ziman ku ew ê heya dawiyê li pey mafê xwe bigerin û wiha domand;
“Mirovên bêsûc bûn, di ti olê Îslamê de, di ti qanûnan de bi balafiran bombekirina mirovan nîne. Kes dengê xwe ji vê komkujiyê re nake. Ji malbata min 11 kes şehîd ketin, kîjan Xwedê û pêxember vê qebûl dike. Di deverên din ên cîhanê de yêk mirov were kuştin radibin ser piyan, lê mixabin her roj Kurd tên qetilkirin, lê ti kes dengê xwe nake.”
Avdil, di dawiya axaftina xwe de banga yekîtiyê li gelê Kurd kir, destnîşan kir ku eger gelê Kurd yêk nebe wê her tim bi komkujiyên bi vî rengî re hevrû bibe.
Yêk ji şahidê bûyerê Taha Azîz di şexsê şehîdên Kendekola de şehîdên Kurdistanê bi bîr anî.
Azîz, têkoşîna PKK wekî tolhildana komkujiya Kendekola nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe;
“Bi rojan cenazêyên me li erdê man, lê ti dewlet, ti hêz ku derveyî Tevgera Azadîye nehatin alîkariyê û dengê xwe dernexistin. Ji hin malbatan 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, mal hebûn ku ji malbatê ti kes nema. Di bin navê ev der cîhê PKK’ê ye, sîvîl hatin qetilkirin. Ne tenê komkujiya Kendekola heye, bi yêkîtîya dewletên dagirker ewqas komkujî tên kirin. Ji bo pêşîgirtina vê jî yekîtiya gelê Kurd girîng e.”
Taha Azîz di dawiya axaftina xwe de got ku eger gelê Kurd gihiştibe van rojan bi berxwedana Egîdan e ku 15’ê Tebaxê dane destpêkirin, her wiha girêdan û minetdariya xwe ya bi şehîdan re anî ser ziman.