BI DÎMEN

Li Xelfetiyê, tecrîd û êrîşên li ser çapemeniyê hatin şermezarkirin

Bi hezaran kesên ku li Pîrozbahiya Çandê ya Şaredariya Xelfetiyê gihaştin hev, li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên bi ser Ozgur Gundemê de nerazîbûn nîşan dan.

Li Şaredariya Xelfetî bi mebesta piştevaniya li gel, bi desteka Komuna Dengê Mezopotamyayê bi navê Pîrozbahiya Çandê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li Parka Azadiyê ya 4’ê Nîsanê pêk hat. Hevserokên Xelfetî û Hewengê yên HDP’ê û BDP’ê û rêveberên wan, bi hezaran gel li çalakiyê hazir bûn. Bername bi deqeyekê rêzgirtina kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dirûşmên şehîd namirin hatin berzkirin.

Di bernameyê de komên folkolorê performansa xwe nîşan da. Piştre Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mustafa Bayram axivî. Bayram diyar kir darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê veguheriye darbeyeke sivîl û got, weke ku Birêz Ocalan jî diyar kirî, heya ku arîşeya Kurd neyê çareserkirin darbe wê her hebin. Bayram di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser êrîşa bi ser Ozgur Gundemê de, êrîş şermezar kir û got ew ê tim li pişt Ozgur Gundemê bin.

 ‘AKP BÊSÎNOR ÊRÎŞ TÎNE SER VÎNA GEL’

Bayram diyar kir hikûmeya AKP’ê xwe weke hewariyên demokrasiyê nîşan dide lê heman AKP bi ser vîna gel de êrîşên bêsînor tîne. Bi berdewamî diyar kir ku AKP bi qeyûmên bi ser şaredariyên HDP’ê de û bi rakirina destlênedana wekîlê HDP’ê ew dixwaze pêşî li têkoşîna demokrasî û azadiyê bigire. Bayram wiha pê de çû, ‘’Em bi rayeya ku we dayî me temsîla we dikin. Em hewl didin ku li emanetê we xwedî derbikevin. Ji bo hilbijartiyên me ji peywirê bistînin tişta ku ji destê wan tê, dikin. Lê ji bo ku em li emanetê ku we dayî me xwedî derbikevin, ne destê xwe, lê em amade ne ku serê xwe jî têxin bin kevir. Êdî ji bo ku mirin nebin, aramî pêk bê, ji bo demokrasiyê em li bendê ne ku di zûtirîn demê de çareserî pêk were.’’

Piştî axaftina Bayram şanoyeke bi navê Kenkenok hate nîşandan ku mijara wê zimanê zikmakî bû. Zarokan kêfxweşiyeke zêde ji vê lîstîka şanoyê girtin.

‘GELÊ KURD WÊ XWEDÎ LI RÊBERTIYA XWE Û TÊKOŞÎNA XWE DERBIKEVE’

Piştre Hevseroka Şaredariya Hewengê Fatma Dogan hate ser dikê û diyar kir, ew di pêvajoyeke giran re derbas dibin, çi sivîl û çi jî leşkerî be ew li dijî her cure darbeyan in ku demokrasiyê dikine hedefa xwe de. Dogan diyar kir, piştî hewldana darbeya leşkerî darbe veguheriya darbeyeke leşkerî û pê re polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girantirkirin û êrîşên bi ser gelê Kurd de bêhtir hatine berfirehkirin.

Dogan bal kişande ser kampanyaya KJA’yê ya bi navê ‘’Em li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe xwedî derdikevin’’ û got, ‘’Ji bo dahatuyeke ronî û dahatuya Kurdistanê pêdiviya me bi desteke her kesî heye. Rêbertiya di nav tecrîda di nav tecrîdê de ye. Ev salek û nîv e têkildarî tendirûstiya wî û ewlekariya wî em ne xweyî agahiyê ne. Gelê ku bi têkoşîna xwe ya 40 salî gelek serkeftin bi dest xistin. Gelê Kurd bi berzkirina têkoşîna xwe, heya ku mafên xwe yên civakî bi dest bixîne wê têkoşîna xwe bidomîne. Li gelê Kurd nayê ku vê têkoşîna xwe nîvco bihêle. Gelê Kurd hem wê li Rêbertiya xwe û hem jî li têkoşîna xwe xwedî derbikeve û bi ser bikeve.’’

Piştî axaftina Dogan girseyê seraqet dirûşmên, ‘’Bê Serok Jiyan nabe’’, ‘Bijî Serok Apo’’ berz kirin.

Piştî axaftinê koroya Komûna Dengê Mezopotamya hate ser dike. Di çalakiyê de fîşekên hewayî jî hatin avêtin, stran hatin gotin û govend hate gerandin. Bernameya ku tevlêbûna jin û zarokan zêde bû heya bi derengiya şevê dom kir.

Piştî ku hunermend hatin ser dikê û stranên xwe gotin bername bi dawî bû.

...