Ewlekariya Minbicê radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat kirin

Hêzên QSD'ê, ewlekariya navenda bajarê Minbicê û gundên li derdorê radestî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, operasyonên wan ên li bakurê bajêr dewam dikin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ewlekariya hemû herêmên Minbicê yên bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatin rizgarkirin, radestî hêzên wan hatine kirin.

Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Operasyona Leşkerî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wê dike û Hêzên Sûriyeya Demokratîk destek dide, bi vîneke xurt û israreke mezin li gundewarê başûrê Minbicê didome û pêşketinên mezin bi dest dixe. Di encama çalakiyê heta dema amadekirina vê daxuyaniyê hatine  pêkanîn de,  gelek gundên li başûrê Minbicê hatine rizgarkirin.

Di heman demê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xebatên xwe yên xurtkirin û saxlemkirina xetên parastinê yên li gundewarê bakurê Minbicê û bi taybet aliyê girên bakurê bajar ên li cem Çemê Cacûrê, didomînin.

Em weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê ji raya giştî re radigihînin ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) erka xwe ya li Minibicê pêk anî û bi lehengî çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê qewitandin, hemû nuqteyên li bajarê, radestî hêzên me kirin. Her wiha ew noqteyên li xeta parastinê yên li bakurê Çemê Sacûrê jî radestî hêzên me kirin.

Di dawiyê de em weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê careke din spasiya keda QSD’ê dikin, ku ji bo xizmeta welatiyan li Minbicê û tevahiya Sûriyê dane."