Li Şemzînanê di operasyona şoreşgerî de gelek wesayîtên zirxî hatin rûxandin

HPG’ê diyar kir ku di operasyona şoreşgerî de ku li Şemzînanê hate lidarxistin, tankek, 2 Akrep, 1 Kobra, 1 TOMA, 1 Konteynir û kamerayek mobese hatin rûxandin û 4 wesayîtên zirxî yên Ejdar, 2 Kobra û 1 Akrep jî hatine derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê detayên operasyona şoreşgerî ya ku 18’ê Tebaxê ji 7 baskan li dijî navenda Şemzînanê pêk hate parve kir.

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku di operasyona şoreşgerî de tankek, 2 Akrep, 1 Kobra, 1 TOMA, 1 Konteynir û kamerayek mobese hatin rûxandin û 4 wesayîtên zirxî yên Ejdar, 2 Kobra û 1 Akrep jî hatine derbkirin.

HPG’ê , detayên çalakiya ku 18’ê Tebaxê ji 7 baskan ve li dijî navenda Şemzînanê hate lidarxistin wiha parve kir:

“18’ê Tebaxê ji hêla gerîlayên me ve li Navenda Şemzînanê ji 7 baskan ve çalakî hate lidarxistin. Kitekitên operasyona şoreşger ku duh bi kurtasî me dayî wiha ye;

Baskê pêşî; derbên hîkar li lojmanên Qemmeqamiyê hatine xistin, car caran veguheriye şer û wiha berdewam kiriye. Di çalakiyê de wesayiteke bi tîpa ejder derb xwar lê hijmara mirî û birîndaran zelal nebûye.

Baskê duyê; bînahiya dersxaneyê ya Çağlayanê ya POH’ê derbeke xweş wariye û bînahî şewitiye. Li vê derê bi POH’ê re şer çêbûye, wesayîteke bi tîpa Ejder derb xwariye.

Baskên sêyemîn û çaremîn; Nîzamiyeya Jandarma a Navçeyê û girê wê hatiye hedefkirin û ji ber çûnûhate zêde ya dijmin şer derketiye. Li kolana Komarê wesayîteke bi tîpa Kobrayê derb xwariye.

Baskên pênc,şeş û heftan jî bi bandora li mewzî û niqteyên POH’ê yên li têketa Şemzînanê xistine. Deh wesayitên zirxî yên POH’ê derb xwarin, di lêxistina baskên pêncan de 4 POH’î hatin kuştin, 1 Toma û 1 Akrep hatin rûxandin. Li vê derê wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra derb xwar. Di lêxistina baskê şeşan de jî konteynireke polîsan jî hedef hate girtin û hate rûxandin. Di van lêxistinan de hijmara mirî û birîndaran zelal nebûye. Di lêxistina baskê 7’an de jî du wesayitên zirxî yên bi tîpa Akrep û 1 Kobra hatine rûxandin. 1 Akrep û 1 Ejder jî derb xwariye. Li vir herwiha polîsek jî hatiye kuştin.

Yekîneyên me yên di baskên 3 û 4’an de herêma Şapatanê xistina bin kontrola xwe û ji saet 07.00’an ve rêya Şemzînan-Geverê ji hatin û çûyinê re hatiye girtin. Artêşa TC’ê her çendî xwestibe ku bi tangan mudaxeleyî herêmên di kontrolê de ne bike jî, encameke cidî bi dest ve ne aniye û bi topan avêtiye hin wesayitên sivîl. Saet 09.45’an jî bi ser tangekê ve ku ber bi Şemzînanê ve dihat, çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û bi temamî hatiye rûxandin. Berêvarkî dema ku gerîlayên me gav bi gav vekişiyan bi 2 Kobrayan mirî û birîndarên xwe rakirine.

Îro sibehê 07.45’an dema ku  konvoyeke leşkerî dixwest ji Şemzînanê derkeve, ji hêla gerîlayên me ve derb xwar lê hijmara mirî û birîndaran nehate zanîn.

Di encama operasyona leşkerî de 1 tang, 2 akrep, 1 kobraya zirxî, 1 toma, 1 konteynir û 1 kamereya mobêsayê hate rûxandin; 4 ejder, 2 kobra, 1 akrep ên zirxî jî derb xwarin. Di van çalakiyan de 5 POH’î hatine kuştin, di wesayitên zirxî de jî gelek leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê bi ser Serero ya Şapatanê û Bêtkarokê operasyonê dest pê kir. Çalakiyên ku hatin lidarxistin ji bo bîranîna şehîdên Gostê ne.”