Xelîl: Li beramberî êrîşên hovana wê YPG’e bêdeng nemîne
Berdevkê Fermî yê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku wateya êrîşên li dijî Hesekê ew e ku hêzên rejîmê têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li Minbicê wek têkçûna xwe dibînin.
Berdevkê Fermî yê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku wateya êrîşên li dijî Hesekê ew e ku hêzên rejîmê têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li Minbicê wek têkçûna xwe dibînin.
Xelîl got; “Em wek YPG’ê, em ê li beramberî van êrîşên hovane yên li ser gelê xwe bêdeng nemînin. Ji bo parastin û ewlehiya gelê xwe bi qat bi qat bersiva van êrîşan bidin.”
Berdevkê Fermî yê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Rêdûr Xelîl destnîşan kir ku êrîşên li ser Hesekê tên wateya ku rejîma binkeftina Minbicê wekî binkeftinaa xwe dibîne û got: “Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî van êrîşên hovanê yên li ser gelê me tên kirin bêbersiv namînin. Ji bo parastina gel em ê bi tundî li hemberî êrîşan bisekinin.”
Berdevkê Fermî yê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Rêdûr Xelîl derbarê êrîşên rejîmê yên li ser Hesekê de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha ev îfadeyan cih girtin:
“18’ê Tebaxê balafirên rejîma Sûriyê taxên sivîl ên li bajarê Hesekê û nuqteyên hêzên Asayîşê bombebaran kirin. Her wiha bi top û hawanan, bi çekên giran bajar topbaran kirin. Di encam de bi dehan sivîl birîndar bûn û şehîd ketin. Ev, di nav sivîlan de tirsek mezin ava kir û rê li pêşiya koçberiya gel a di hindûrê bajer de vekir.
Berê jî di nava bajar de di navbera hêzên Asayîşê û rejîmê de şerên dijwartir rû dabûn, lê heta niha balafir nehatibûn bikaranîn.
Di demeke ku YPG û Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) li dijî terora DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistin de, balafirên şer û bi çekên giran bombebarankirina sivîlan ji aliyê rejîmê ve tê wateya valaderxistina encamên serkeftina hemleya Minbicê û piştgirîdayina DAIŞ’ê. Ev jî tê wateya ku rejîm binkeftina DAIŞ’ê wekî binkeftina xwe dibîne. Heta niha jî rejîm ji bo planên xwe yên qirêj pêk bîne hêviya xwe bi hebûna DAIŞ’ê tîne. Ev gavên ji aliyê rejîmê ve tên pêşxistin tê wateya întîxarê.
Gotina rejîmê ya wekî “agirbest li Hesekê çebûye” dereweke mezin e. Armanca wê ji vê yekê ew e ku zexta raya giştî ji ser xwe rabike. Heta niha jî bi çekên giran hemû taxên bajêr tên topbarankirin û leşkerên wan jî hemû cûreyên çekan bi kar tînin.
Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî van êrîşên hovanê yên li ser gelê me tên kirin bêbersiv namînin. Ji bo parastina gel em ê bi tundî li hemberî êrîşan bisekinin. Her destê ku dirêjî xwîna gelê me bibe, em ê hesab jê bixwazin.”