Gulo: Eger li hember Hesekê êrîş bidomin wê bersiva me dijwar be

Serokê Konseya Parastinê ya Xweseriya Demokratîk a Rojava Rêzan Gulo, got ku eger hêzên hêzên rejîmê êrîşên xwe yên li ser asayîş û sivîlên Hesekê bidomîne wê bersivên tund bidin wan û Hesekê rizgar bikin.

Serokê Konseya Parastinê ya Xweseriya Demokratîk a Rojava Rêzan Gulo destnîşan kir ku piştî operasyona Minbicê gihişt serkeftinê, hêzên rejîma Sûriyeyê bi êrîşên li ser Hesekê kiriye hedef ku serkeftina Sîstema Federalizma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê asteng bike. Rêzan Gulo anî ziman ku ev hewldana astengkirinê di encama tifaqa rejîma Sûriye û Tirkiyeyê de pêk hatiye, wiha dewam kir: “Di teqîna Hesekê û Qamişlo de rol lîstiye. Ev teqîn û bi şerê ev du roj in sivîlan dike hedef ve, hewl tê dayin ku atmosferek kaosê bê afirandin. Bi zanebûn sivîlan dikin hedef ku karibin li dijî sîstema federalizma demokratîk bêbaweriyê ava bikin.”

‘JI SERKEFTINA MINBICÊ TIRSIYAN’

Gulo ragihand ku êrîşên rejîmê yên li ser Hesekê ne nû ne û bi çendan caran êrîş kirinê, wiha axivî: “Êrîşa niha ji yên din hê girantir e û cara yekem e ku rejîma BAAS’ê bi balafiran Hesekê bombe dike.”

Gulo bal kişand ser dema êrîşan û wiha pê de çû: “Piştî serkeftina operasyona Minbicê, ev êrîş di demeke ku ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Babê û ji bo azadkirina Cerablûsê amadekarî dihatin kirin, di demeke wisa de ye ku kêmek ji yekîtiya axên Bakurê Sûriyeyê re mane pêk hat. Ev êrîş û beriya wê jî teqînên li Qamişlo û Hesekê tevahî parçeyên vê konseptê ne.”

‘REJÎMA SÛRIYE Û TIRKIYE BÛNE YEK’

Gulo destnîşan kir ku pêşketina demokrasiya Bakurê Sûriye û yekgirtina gelan a li derdora federasyona demokratîk di rejîm û dewleta Tirk de nerehetî ava kirine, demek berê bi navbeynkariya Îranê hevdîtina rayedarên dewleta Tirk û rejîmê ya li Cezayîrê bi bîr xist. Gulo bi lêv kir ku ev êrîş berhema plansaziyên li Cezayîrê ne, wiha dewam kir: “Her çiqasî domahiya şerê navxweyî de têkîliyên rejîm û Tirkiyeyê zirar dîtibin jî lê bi temamî qut nebûn. Dewleta Tirk dema dît nikare li beramberî Şoreşa Rojava tiştekî bike, vê carê xwest bi eniya El-Nûsra me bipelçiqîne. Lê ew jî bi ser neketin, vê carê jî berê xwe bi temamî dan DAÎŞ’ê. Her cure alîkarî bi DAÎŞ’ê re kirin.

Lê niha DAÎŞ jî têk çû. Piştî serkeftina Minbicê, bidawîbûna DAÎŞ’ê nêz bû. Wezîrê Tirk Çavûşoglû bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku federasyona bakurê Sûriyeyê qebûl nakin. Lewre jî piştî DAÎŞ jî têk çû, dîsa bi rejîmê re ketin nav plansaziyan. Li ser vî esasî têkiliyên xwe yên xirabûyî çêdikin. Dixwaze dîsa wek berê li ser esasê înkarkirina Kurdan polîtîkayekê bimeşînin. Rejîm jî vê wekî şensekê ji bo xwe dibîne. Li gor vê planê wê hem Kurd bên perçiqandin hem jî dewleta Tirk bi ser bikeve. Dirêjkirina temenê dewletek statukoparêz ya wek dewleta Tirk jî wek serkeftina xwe û dirêjkirina temenê xwe dibîne.”

 ‘DI TEQÎNÊN QAMIŞLO Û HESEKÊ DE ROLA REJÎMÊ JÎ HEBÛ’

Serokê Konseya Parastinê ya Xweseriya Demokratîk a Rojava Rêzan Gulo destnîşan kir ku ev tifak ne tenê bi şerê li Hesekê sînordar e, diyar kir ku ev berhemên tifaqa rejîma Sûriye û dewleta Tirk e, wiha dewam kir: “Federasyna Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê qebûl nakin û li dijî vê jî konseptekî pêk tînin. Ji ber nikarin li ber YPG, YPJ’ê xwe bigirin, vê carê jî bi zanebûn sivîlan dikin hedef. Dixwazin bi hedefkirina sivîlan ve atmosferek kaosê ava bikin û li beramberî federasyona demokratîk bêbaweriyê bafirînin. Lewre di êrîşên Qamişlo û Hesekê de sivîl kirin hedef. Niha li Hesekê dîsa sivîlan dikin hedef. Li gel vê jî dîsa rastiyek gelê berxwedêr heye û qad vala nabe. Ji ber gel li ber xwe dide nikarin armancên xwe pêk bînin. Lewma bi hedefkirina sivîlan dixwazin qadan vala bikin.”

Gulo ragihand ku têkîldarî teqînên Qamişlo û beriya wê jî ya Hesekê di dest wan de agahî hene, wiha dewam kir: “Ev êrîş bi dest DAÎŞ’ê pêk tê, lê para rejîmê jî heye. Agahî di dest me de heye ku dema êrîşa Qamişloyê pêk hat, hêzên rejîmê ji bo Şamê peyame pîrozkirinê şandin. Di dest me de hin agahiyên din jî hene. Rejîmê dizanîbû wê ev teqîn pêk werin. Û yê rê da ew wesayîta ku li Qamişloyê hate teqandin jî rejîm bû.”

 ‘EM Ê AZAD BIKIN Û RÊVEBERIYÊ DEWRÎ GEL BIKIN’

Gulo bal kişand ku şer didome, destnîşan kir ku eger êrîş bidomin wê bersiva wan gelekî giran be.

Gulo ragihand ku hin malbatên Ereb ên çend roj berê tevlî refên YPG’ê bûne ji hêla hêzên rejîmê tên hedefkirin, diyar kir ku bi vî awayî dixwazin pêkhateya Ereb bînin dijî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê.

Gulo got, “Ereb, Sûriyanî tevahî gelên Sûriyeyê tê de cih digirin û di vê sîstemê de xwe dibînin. Balafirên şer ên li Hesekê didin jî bi giranî herêmên ku sivîlên Ereb lê ne kirine hedef. Lê gelê me xwedî li sîstema xwe derdikeve û ev sîstem yekgirtî ye” û destnîşan kir ku eger rejîm helwesta xwe neguherîne wê bi xwe Hesekê rizgar bikin û tevahî rêveberiya wê dewrî gel bikin.