Di êrîşa Ezîziyê de 6 sivîl hatin qetilkirin, 4 jê zarok in

Di topbarana Taxa Ezîziyê de ku ji hêla hêzên rejîma Baas’ê pêk hat, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 4 jê zarok in. Her wiha di êrîşê de 8 sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên rêjîma Baas ku di şer de derbeyên giran ji şervanên Asayîşê/YPG/HPC’ê dixwin sivîlan topbaran û bombebaran dikin. Piştî taxên Mesakin, Til Hecer û Mifî yên vê carê jî hêzên rêjîmê taxa Ezîziyê topbaran kir. Saet di 19.00’an de 2 top li taxa Ezîziyê ketin. Topek li maleke sivîl ku li nêzî dibistana Umer Bin Ebdulezîz ket. Di encama vê êrîşê de hin welatiyên sivîl birîndar bûn.

Di êrîşê de zarokên bi navê Heyder Fewad (6 salî), Lorens Salim (8 salî), Dunya Salim (5 salî), Sefyan Salim (8 salî), welatiyê bi navê Ramî Hamid Ebud (20 salî) û welatiyekî ku nasnameya wî nehat zanîn, jiyana xwe ji dest dan. 8 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Wetenî, lê ji ber ku cîh tunebû, 7 birîndar birin nexweşxaneyên bajarê Amûdê.

Şêniyên taxê gotin ku topbaran dema zarok li ber deriyê malê dilîstin, pêk hatiye. Welatiyan her wiha gotin ku li taxa wan ti nuqteyên leşkerî nîn in û rejîmê bi zanebûn ew der kiriye hedef.

Topa din jî li kolana Keleş ket. Ev top jî li mala welateyek sivîl ket. Lê ji ber şêniyên malê ji taxê derketibûn, tenê ziyanên madî di mala welatiyan de pêk hat.