Ji sedî 90 ê taxa Newşa ket destê YPG/YPJ û Asayîşê
Ji sedî 90 ê taxa Newşa ya Hesekê, ket destê hêzên YPG/YPJ û Asayîşê.
Ji sedî 90 ê taxa Newşa ya Hesekê, ket destê hêzên YPG/YPJ û Asayîşê.
Li bajarê Hesekê şerê di navbera hêzên Asayîşê/YPG/YPU/HPC’ê û hêzên rejîma Baasê de dewam dike. Li gorî agahiyan ji sedî 90 ji taxa Neşwa hatiye rizgarkirin û hêzên rejîmê li çargoşeya ewlekariyê hatine dorpêçkirin.
Şerê li taxa Neşwa bi dijwarî dewam dike. Di vî şerî de heta niha bi dehan endamên rejîmê hatine kuştin.
Li gorî agahiyan, hêzên Asayîşê/YPG/YPJ/HPC'ê nêzî taxa Xiwêran a li başûrê Hesekê bûne. Li vê herêmê jî şerekî dijwar diqewime.
LEŞKERÊN REJÎMÊ ÇEKÊN XWE DAVÊJIN Û DIREVIN
Di şer de, ku ji duh êvarê û vir ve bi dijwarî bi dehan leşker û çeteyên ser bi rejîmê hatin kuştin, bi dehan leşkerên rejîmê jî teslîmî hêzên Asayîşê û YPG/YPJ'ê bûn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, gelek leşkerên rejîmê jî çekên xwe davêjin û direvin.
Rejîm û çeteyên wê ku derbên giran ji Asayîşa Rojava û YPG/YPJ'ê dixwin, top û hawanan davêjin hin nuqteyên bajêr.
HÊZÊN SER BI ÎRANÊ, DESTEKÊ DIDIN REJÎMÊ
Li gorî agahiyên ji çavkaniyê herêmî hatine bidestxistin, di nava çeteyên rejîmê hêzên ser bi Îranê jî hene.