NÛ BÛ

HPG: Di çalakiya Elezîzê de 105 polîs hatin kuştin, 155 polîs jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê hate lidarxistin ragihand. HPG’ê nasnameya gerîlayê çalakî li dar xist jî eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê hate lidarxistin ragihand. HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de 105 polîs hatin kuştin, 155 polîs jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê hate lidarxistin ragihand.

HPG’ê da xuyakirin ku çalakî ji hêla gerîlayê bi navê Çekdar Mahîr Serbest hatiye lidarxistin.

HPG’ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û terora dewletê ya li ser gelê Kurd, diyar kir ku li dijî van êrîşana çalakiyên xwe didomînin.

HPG’ê got, “Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk û AKP’ê ku di serî de polîtîkaya Îmraliyê tê, polîtîkayên êrîşê yên nû ku li Kurdistanê xistiye meriyetê û li hember siyaseta şewitandin û hilweşînê ya li Kurdistanê ku li Licî hate dîtin, hêzên gerîlayên me çalakiyên berfireh li dar xistin.”

JI BO BÎRANÎNA GERÎLAYÊN KU LI ŞEMZÎNANÊ JIYANA XWE JI DEST DANE HATE LIDARXISTIN

HPG’ê têkîldarî detayên çalakiya li dijî avahiya Midûriyetê ya Elezîzê ku duh hate lidarxistin, ev agahî parve kirin;

“Roja 18’ê Tebaxê li ser esasê Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê û li hember tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo pêk tê, di şexsê Şehîdên Licê hevalên Azad Sîser û Çekdar Amed û Zinarîn Serhat de, ji bo bîranîna hevalên me yên li Şemzînanê şehîd ketine, hevalê me Çekdar Mahîr Serbest li dijî avahiya Emniyetê ya Bajarê Elezîzê çalakiyek fedaî li dar xistiye.

LI AVAHIYA EMNIYETÊ 300-350 POLÎS HEBÛN

Li vê avahiya Emniyetê ku dewletê di meşandina şerê qirêj de roleke mezin dayiyê, 300-350 polîs hene. Li vê navendê ku sîxurên taybet ên girêdayî Serokwezîrtiyê amade kirine, bi sedan wesayîtên sivîl ên bi armancên leşkerî tên bikaranîn hene. Derdora avahiya emniyetê jî ji hêla lojmanên ku ji bo malbatên endamên emniyetê hatine dorpêçkirin.

BI ÇALAKIYA FEDAÎ AVAHIYA EMNIYETÊ HILWEŞIYA

Hevalê me Çekdar danê sibehê saet 09.10’an bi wesayîteke bombebarkirî ket hewşa avahiya Emniyetê, çalakiya xwe ya mezin li dar xist û avahiya emniyetê hilweşand. Di encama çalakiyê de 140 wesayîtên aîdî emniyetê, 6 wesayîtên zirxî û 12 otobusên polîsan şewitîne û teqiyane. Pêşiya avahiya emniyetê ku 5 qatî ye, piranî hilweşiya, beşên din ên avahiyê jî di astek mezin de texrîb bûne.

105 POLÎS HATIN KUŞTIN, 155 POLÎS BIRÎNDAR BÛN

Di encama çalakiyê de li gor agahiyên hatin bidestxistin, 105 polîs mirin ku zêdetirî 40 sîxurên taybet ên girêdayî Serokwezîrtiyê jî tê de ne, 155 polîs jî birîndar bûn. Her wiha, li gor agahiyan ji malbatên polîsan û sivîlên li emniyetê jî birîndar bûne.

Nasnameya hevalê mey ê şehîd ku çalakiya fedaî li dar xist wiha ye:  

Nasnav: Çekdar Mahîr Serbest

Nav û Paşnav: Kamîl(Kawa) Çelebî

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik û Bav: Cemîle - Mecît

Dîrok û Cihê Şehadetê: 18’ê Tebaxa 2016 / Elezîz”