Di şerê li Hesekê de rejîm derbên giran dixwe
Li Hesekê, şerê di navbera Asayîşê/YPG û çeteyên rejîmê, li gelek taxan bê navber dewam dike. Çeteyên rejîmê yên derbên giran dixwin, topan li qadên sivîlan dibarînin.
Li Hesekê, şerê di navbera Asayîşê/YPG û çeteyên rejîmê, li gelek taxan bê navber dewam dike. Çeteyên rejîmê yên derbên giran dixwin, topan li qadên sivîlan dibarînin.
Hêzên Asayîşê û YPG'ê li taxên Mesakin û Neşwa Şerqî yên Hesekê bi pêş ve diçin. Hin nuqteyên stratejîk ên li herêmê di bin kontrola rejîmê de bûn hatin rizgarkirin.
Di şerê li dora Postaxaneyê de tê gotin, rejîm hatiye qelkirin û hêzên rejîmê ji gelek avahiyên li dora postaxaneyê hatine derxistin.
Li Hesekê, ku şer lê giran e, li gorî agahiyan ji rejîmê gelek kuştî hene. Li ser hejmara çeteyên rejîmê yên hatine kuştin, agahiyeke zelal bi dest neketin.
Çeteyên rejîmê yên derbên giran ji Asayîşê û YPG'ê dixwin, topan li taxên Miftî, Til Hecer, Nasra, Ezîziyê û Dahiyê dibarînin. Ji ber bomberdûmanê, xisar li gelek xanî û kargehan bû.