Rêjîmê taxa Ezîziyê bi topan bombe kir: Birîndar hene

Hêzên rêjîma Baasê taxa Ezîziyê ya Hesekê topbaran dike. Ji ber topbaranê welatiyên ku birîndar bûne, hene.

Hêzên rêjîma Baas ku di şer de derbeyên giran ji şervanên Asayîşê/YPG/HPC’ê dixwin sivîlan topbaran û bombebaran dikin. Piştî taxên Mesakin, Til Hecer û Mifî yên vê carê jî hêzên rêjîmê taxa Ezîziyê topbaran kir. Saet di 19.00’an de 2 top li taxa Ezîziyê ketin. Topek li maleke sivîl ku li nêzî dibistana Umer Bin Ebdulezîz ket. Di encama vê êrîşê de hin welatiyên sivîl birîndar bûn.

Topa din jî li kolana Keleş ket. Ev top jî li mala welateyek sivîl ket. Lê ji ber şêniyên malê ji taxê derketibûn, tenê ziyanên madî di mala welatiyan de pêk hat.

Welatiyên birîndar birin nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê.