KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li başûrê Minbicê wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan bi dest ketin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, operasyonên xwe yên ji bo rizgarkirina gundên li başûrê Minbicê didomînin. Di van operasyonan de du wesayîtên bombebakirî yên çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin. -
Cenazeyê Gulerer li gundê Elbakê hat veşartin
Ayhan Gulerer, ku ji ber guleyên leşkerên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. -
Çalakiyên gerîla dewam dikin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Bakurê Kurdistanê bênavber dewam dikin. -
YPG: Êrîşên dewleta Tirk û çeteyan dewam dikin
YPG’ê bi daxuyaniya nivîskî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk û komên çete yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. -
Caner ê li Dîlokê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin
Metîn Caner ê ku di komkujiya Dîlokê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmekê hat veşartin. -
Li Başûrê Kurdistanê xizmeta tenduristiyê nadin penaberan
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, êdî ew derfetên wan nemane ku xizmeta tenduristiyê bidine penaberan. Wezîrê Tenduristiyê Rêkewt Hemereşîd got, "me bang li Bexdayê kir da ku bi me re bibe alîkar." -
Li Hesekê, Zanîngeh û Embara Genim ji rejîmê hatin paqijkirin
Stadyûm û Muzeya Hesekê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Asayîşê ve hatine dorpêçkirin. -
Şêniyên Xelfetiyê komkujiya li Dîlokê şermezar kirin
Êrîşa bombeyî ya li hemberî daweteke Kurdan a li Dîlokê, ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê hat kirin, li Xelfetiyê hat şermezarkirin. -
Xaçerêya Basilê û nanpêjxaneyek Hesekê ji destê rejîmê hatin derxistin
Xaçerêya Basilê û nanpêjxaneya li taxa Xwêran a Hesekê, ji leşker û çeteyên rejîmê hat rizgarkirin. -
Cenazeyê Mecît Gumuş li qadên gerîla hat veşartin
Cenazeyê berxwedêrê zîndana Amedê Mecît Gumuş (Mahmût) ku yek ji kadroyên destpêkê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat veşartin. -
Ji birîndarên komkujiya Dîlokê 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan
Ji birîndarên komkujiya Dîlokê 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 53. Ji 67 birîndaran jî rewşa 15 kesan giran e. -
Li Hesekê şer giran e
Şerê li Hesekê di roja 7'an de ye. Şer li taxên Mesakin, Xwêran û Neşwa Xerbî danê sibehê giran bû. Gav bi gav cih li hêzên rejîmê û komên çete yên ser bi rejîmê, teng dibe. -
Piştî çalakiya li Qisleyê derketina derve hat 'qedexe'kirin
Piştî çalakiya berfireh a li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Dersîm Qisleyê, derketina derve hat 'qedexe'kirin. -
Leşkerê berê yê rejîmê: Min di nava YPG'ê de fedayîtiya rastî dît
Leşkerê berê yê rejîmê Şervan Kerkûk ku niha şervanekî YPG'ê ye got, "Min di nava YPG'ê de hevaltî û fedayîtiya rastî dît." -
Li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Qisleyê çalakiya berfireh
Gerîlayan li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Qisle ya Dersîmê çalakiyek lidar xistin. Piştî vê çalakiyê gelek ambûlans û helîkopteran berê xwe dan herêmê. -
8 gundên li başûrê Minbicê hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 8 gundên li başûrê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Di vî şerî de 27 çete hatin kuştin. -
Ayhan: Divê em bi xeta berxwedana topyekûn tevbigerin
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan diyar kir, tecrîda li ser Ocalan parçeyek ji polîtîkaya tesfiye û tinekirinê ye û got, "Gelekî girîng e ku em hemû bi xeta berxwedana topyekûn tevbigerin." -
'Minbic mejî û navenda perwerdeyê ya çeteyên DAIŞ'ê bû'
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic da xuyakirin, ku Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê mejî û navendeke girîng a perwerdeyê bû û destnîşan kir, ji ber vê yekê rizgarkirina herêmê serketineke mezin e. -
Şerê li Hesekê li qadeke berfireh diqewime
Tê gotin, şerê li Hesekê li Neşwa Rojhilat û sûka bajêr belav bûye. Li gorî agahiyan, şer bi rengekî giran dewam dike. -
Li Kerkûkê êrîşa xwekujî: 3 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê di encama êrîşa xwekujî de 3 kes birîndar bûn, zarokekî ku xwest xwe biteqîne ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate girtin. -
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê dewleta Tirk hişyar kir
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşekerî ya Cerablûsê, diyar kir ku li hember hewldanên dewleta Tirk bêdeng nabin, li ser bingehê peymana navneteweyî ya herêmê û gel wê xwe biparêzin. -
Li Wêranşarê teqîn: Polîsek mir, 3 jî birîndar bûn
Di teqîna li Wêranşarê de 1 polîs mir; 3 jî bi giranî birîndar bûn. -
Di şerê li Çiyayê Bagokê de herî kêm leşkerek bi giranî birîndar bû
Piştî kontrolkirina rêya Nisêbîn-Midyat ji aliyê HPG’ê û şûn de, li Çiyayê Bagokê di navbera leşkerên ku derketin operasyonê û gerîlayên HPG’ê de şer derket. Di şer de leşkerek bi giranî birîndar bû. -
Hêrsa li hember qetlîama Dîlokê li her derê bilind dibe!
Qetlîama Dîlokê li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê bi çalakiyên tê protestokirin. Di çalakiyan de tim dirûşma “Qatil DAIŞ hevkar AKP” tê qîrikirin. -
PKK: Em ê hesreta azadiya Kurdistanê ya hevriyê xwe Mahmût pêk bînin
PKK’ê sersaxî ji malbata Gumuş û gelê Kurd re xwest û wiha got: “Em bi rêzdarî û hirmet hevriyê xwe Mahmût bibîr tînin. Em soz didin ku em ê hesreta wî ya azadiya Kurdistanê bi cih bînin.”