Di şerê li Çiyayê Bagokê de herî kêm leşkerek bi giranî birîndar bû

Piştî kontrolkirina rêya Nisêbîn-Midyat ji aliyê HPG’ê û şûn de, li Çiyayê Bagokê di navbera leşkerên ku derketin operasyonê û gerîlayên HPG’ê de şer derket. Di şer de leşkerek bi giranî birîndar bû.

Li rêya Nisêbîn –Midyad a Mêrdînê piştî ku HPG'iyan kontrola rê pêk anîn, leşkeran li Çiyayê Bagokê operasyon dan destpêkirin. Operasyona di navbera gundên Sirinc û Serê Avê hate destpêkirin li her derê Çiyayê Bagokê ya sêgoşeya Nisêbîn, Mîdyad û Hezexê ye belav bû. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî nêzî gundê Sirincê di navbera leşker û HPG'iyan de şer qewimî. Di şer de leşkerek bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.