Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic da xuyakirin, ku Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê mejî û navendeke girîng a perwerdeyê bû û destnîşan kir, ji ber vê yekê rizgarkirina herêmê serketineke mezin e.
Mistefa Minbic pêngava rizgarkirina bajêr û encamên pêngavê ji ANF'ê re nirxand.
Minbic da xuyakirin ku pêngava di 1'ê Hezîranê de destpê kir, di 15'ê Tebaxê de bi rengekî serketî qediya û got, "Di nava 73 rojan de bi dehan gund, gundik û temamiya bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Di 73 rojan de bi deh hezaran sivîl ji aliyê şervanên meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin."
Mistefa Minbic diyar kir, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê serketin û rizgariya Minbicê diyarî hemû gelên Sûriyeyê û gelên cîhanê kir û got, "Em vê serketinê beriya her kesîd iyarî malbatên xwe yên şehîdand ikin. Ji ber ku zarokên wan ên leheng bi xwîna xwe dîrok nivîsandin."
'MINBIC MEJÎ Û NAVENDA PERWERDEYÊ YA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê BÛ'
Mistefa Minbic ji du aliyan ve girîngiya Minbicê ji bo çeteyên DAIŞ'ê nirxand û ev tespît kir: "Ya yekemîn; Minbic mejiyê çeteyên DAIŞ'ê bû. Ji ber vê yekê gelekî stratejîk û girîng bû. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê di ser vê xetê re, xwe digihandin Mûsil û bajarên din ên Iraqê. Di ser Cerablûsê re xwe digihandin Tirkiye û Ewropayê. Lewma Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê mîna paytextê bû. Sîstema çeteyên DAIŞ'ê li Minbicê ava kirin, ji sîstema li Reqqayê xurtir bû. Di pêngava 73 rojan dem em ev yek bi zelalî dît.
Wekî din Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê hêlîna perwerdeyê bû. Çeteyên DAIŞ'ê yên ji Ewropayê dihatin an jî diçûn Ewropayê, li Minbicê dihatin perwerdekirin. Bi taybetî, endamên çete yên ji bo çalakiyên xwekujî dihatin bikaranîn, li vir dihatin perwerdekirin. Û ji vê derê berê xwe didan Sûriye, Iraq û Ewropayê, li van deran êrîş dikin."
'JI BO FEDERALIYA DEMOKRATÎK, MINBIC ÊDÎ NAVENDEKE GIRÎNG A MOZAÎKA GELAN E'
Fermandar Mistefa Minbic da xuyakirin, ku kesî nedifikirî wê Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê re bibe dojeh û got, "Kes ne li bendê bû pêngava rizgarkirina Minbicê bi ser bikeve. Serketina Minbicê cesaret da civakên ji baweriyên cuda û gelê li Sûriyeyê daxwaza guherîn û veguherînê dike. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve bandoreke mezin li cîhanê kir. Di dema pêş de wê ev bandor bêhtir were dîtin.
Çawa ku Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê navenda êrîş û şer bû, Minbic a azad jî ji b Federasyona Sûriyeya Demokratîk û Bakurê Sûriyeyê navendeke gelekî girîng û mozaîka gelan e." Mistefa Minbic da zanîn, bajar wê bibe yek ji navendên girîng ên jiyana hevpar a Sûriyeya demokratîk.
'OPERASYON LI ALIYÊ BAŞÛR DEWAM DIKIN'
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê hê ji aliyê başûr ve êrîşan dikin û anî ziman, weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo pûçkirina gefa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Minbicê, wan li vê xeta başûr dest bi operasyonên rizgarkirinê kirine.
Minbic ragihand, heta niha di van operasyonan de gelek gund, gundik û gir ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin û got, "Şervanên me li aliyê başûr her bi pêş ve diçin. Operasyon jî dewam dikin."
'ÊRÎŞ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATIN ORGANÎZEKIRIN'
Minbic diyar kir, di dema pêngavê de ji aliyê Cerablûs-Minbicê êrîşên gelekî giran hatin kirin û got, "Ev êrîş gihaşt heta aliyê bendava Tişrînê. Em dizanin, êrîşên dema dawî yên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine plankirin, organîzekirin û bi hevkariya dewleta Tirk-DAIŞ'ê tên kirin.
Ji ber ku, yê hikûmeta AKP'ê ji krîza aboriyê ku Yewnanîstan, Spanya, Portekîz têk bir, rizgar kir, DAIŞ bû. Hikûmeta AKP'ê bi rêya têkiliyên aborî û qaçaxçitiya berhemên dîrokî yên bi çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) re kir, desthilatdariya xwe parast. Cihê herî stratejîk ku ev têkiliyên aboriyê lê hat meşandin jî Minbic bû."
Mistefa Minbic destnîşan kir, ku piştî bajarê Minbicê hat rizgarkirin, derbeke giran li têkiliyên polîtîk û aboriyê yên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ket.
'DIXWAZIN PLANA RADESTKIRINA CERABLÛSÊ JI BO ÇETEYÊN KNS'Ê BIXIN DEWRÊ'
Minbic bal kişand ser liv û tevgera artêşa Tirk a li ser sînor, ku di rojê dawî de zêde bûye û da zanîn, nabe ev rewş ji rizgariya Minbicê cuda bê nirxandin.
Mistefa Minbic ragihand, hewl tê dayîn senaryoyek çend meh berê hatibû amadekirin, niha ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ve bi cih tê anîn û got, "Weke ku tê zanîn, ev senaryo 'DAIŞ li Kîlîsê dixe', 'Hawanên DAIŞ'ê li Kîlîsê ketin' bû. Vê senaryoyê niha li Cerablûsê dubare dikin. Yanî dibêjin, çeteyên DAIŞ'ê ji Cerablûsê li Tirkiyeyê dixin. Ev îdîa bi temamî bêbingeh e. Ne çeteyên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dixe, ne jî niyeteke xwe ya lêdanê heye. Ji ber ku yê DAIŞ'ê xwedî dike û mezin dike dewleta Tirk e. Hikûmeta AKP'ê ye.
Bi vê senaryoyê dixwazin bêjin çeteyên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dixe. Bi vî rengî wê artêşa Tirk tevgera xwe ya li ser sînor û hejmara leşker û çekên giran zêde bike. Piştre jî nîşan bidin ku mîna di navbera çeteyên DAIŞ'ê û komên çete yên KNS'ê de şer derketiye. Û herî dawî Cerablûsê radestî çeteyên KNS'ê bike.
Plan ev e. Bi vê yekê dixwazin pêşî li operasyoneke gengaz a ji bo rizgarkirina Cerablûsê bigirin. Ji ber ku dewleta Tirk naxwaze Cerablûs bikeve bin kontrola hêzên gel ên demokratîk û şoreşger. Naxwaze Cerablûs azad bibe."
Mistefa Minbic herî dawî ragihand, ku rizgariya Minbicê ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê gaveke gelekî girîng e û bang li hemû gelan kir, ku li cem hêzên gel ên demokratîk, şoreşger cih bigirin.