Cenazeyê Mecît Gumuş li qadên gerîla hat veşartin
Cenazeyê berxwedêrê zîndana Amedê Mecît Gumuş (Mahmût) ku yek ji kadroyên destpêkê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat veşartin.
Cenazeyê berxwedêrê zîndana Amedê Mecît Gumuş (Mahmût) ku yek ji kadroyên destpêkê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat veşartin.
Mecît Gumuş ê bi nexweşiya kanserê ketibû û li nexweşxaneyek li Silêmaniyeyê dihat dermankirin, beriya jiyana xwe ji dest bide gotibû 'Eger şehîd bikevim, ez dixwazim li çiyê şehîd bikevim'. Cenazeyê Gumuş ji Silêmaniyeyê birin Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vê derê bi merasîmeke leşkerî hat veşartin.
Di merasîma leşkerî de endamên Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan û Diyar Xerîb, endamên Koordînasyona KJK'ê Emîne Erciyes û Besê Erzîcan, endamên Meclîsa PKK'ê Rûbar Dîcle û Cemal Şerîk û malbata Mecît Gumuş amade bûn.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytal li merasîmê axivî û bal kişand ser têkiliyên hevrêtiyê yên Mecît Gumuş. Kaytan wiha axivî:
"Em îro hevrêyekî xwe yê ku emrê xwe diyarî azadiya gelê Kurd kir, çil salên xwe di nava tevgera Apoyî de derbas kir û bîst û sê salên emrê xwe li zîndanê derbas kir, em îro hevrêyê xwe Mahmût, hevalê xwe Mecît Gumuş oxir dikin. Bi rastî jî di şexsê wî de em hevrêtiyê, wateya hevrêtiyê, nirxê vê têkiliyê careke din bibîr tînin. Hevalê Mecît nexweş ketibû, baş dizanîbû ku ew di kêliyên dawî yên jiyana xwe de ye. Û xeber dabû hevalan. Dixwest nefesa xwe ya dawî li cem hevalan, bistîne û bi vî rengî hat vkir. Hat çiyê. Hevalê Mahmût careke din têkiliyên hevrêtiyê, têkiliyên cîhaneke nû tîne bîra me. Ya rast, dema em dibêjin 'em dixwazin cîhaneke nû ava bikin' beriya her tiştî em vê di têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de diceribînin. Rêber Apo got, 'Divê çiya îdeolojîk bibe, îdeolojî jî bibe çiya'. Wateya vê ev e; çiya bingeha jiyana azad e û têkiliyên li vê derê têkiliyên mirovên azad e. Ya ku hevrê Mahmût ber bi vê derê ve kişand, anî vê derê, ev bû. Hevalê me Mahmût bi Kemal Pîr re li heman girtîgehê ma, li heman cihî ma. Lewma ew ruh bûye nasîbê wî jî, lewma hat vê derê, hat çiyê. Hat diyarê azadiyê. Ez bawerim dilê wî rehet e, ji ber ku daxwaza wî pêk hat. Ji ber ku ne tenê ji aliyê manewî ve ji aliyê madî ve jî di nava me de ye, bi me re ye. Bi hevrêyên li vê derê, bi şehîdên me yên li vê derê re ye. Em ê wî bi taybetî bi dilsoziya wî ya bi jiyana azad re bibîr bînin. Bi dilsoziya xwe ya bi jiyana azad re wê ji me re rêbertiyê bike. Em ê wî her tim bi nirxê herî esîl ê hevrêtiyê bibîr bînin. Di mezinkirina wateya hevrêtiyê de ew ê her tim ji me re bibe mînak. Ji bo em mîna hevrêyên wî bijîn, çi ji destê me bê em ê bikin. Têkoşîna me wê li her cihê civak lê heye, li her cihê mirov lê heye, mezin bibe. Ji xwe soza vê hatiey dayîn, em di vî warî de bi biryar in. Lewma em dibêjin; Em soza xwe ya di vî warî de dubare dikin. Em ê wî ti carî ji bîr nekin, em ê xewn û xeyalên wî pêk bînin, Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk a ruhê şehîdên me şa bike, em ê ji bo wan, ava bikin. Lewma em ji hevalê Mahmût û di şexsê wî de ji hemû hevrêyên xwe re dibêjin; xweş razên, hûn di dilê vê axê de ne û hûnê her tim di dilê vê axê de bimînin. Em ê dilsozê rastiya vê axê bin, em soza vê careke din didin dubare dikin."
Piştî axaftina Alî Haydar Kaytan, cenazeyê Mecît Gumuş li ber dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" hat veşartin.