Şêniyên Xelfetiyê komkujiya li Dîlokê şermezar kirin
Êrîşa bombeyî ya li hemberî daweteke Kurdan a li Dîlokê, ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê hat kirin, li Xelfetiyê hat şermezarkirin.
Êrîşa bombeyî ya li hemberî daweteke Kurdan a li Dîlokê, ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê hat kirin, li Xelfetiyê hat şermezarkirin.
Êrîşa bombeyî ya li hemberî daweteke Kurdan a li Dîlokê, ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê hat kirin, li Xelfetiyê hat şermezarkirina.
Nûnerên HDP, DBP, KJA û şêniyên navçeyê, bi vê armancê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li Parka 4'ê Nîsanê hat dayîn û Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Hevşaredarên Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş û Mûstafa Bayram jî amade bûn.
Hevseroka HDP'ê ya Xelfetiyê Fatma Korkmaz daxuyanî xwend û bibîr xist, ku êrîşa li Dîlokê di doznameya li ser komkujiya li Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de cih girtiye. Korkmaz got, "Çeteyên DAIŞ'ê yên barbar hewl didin şerekî navxweyî derxînin, lê wê ti carî bi ser nekevin."
Korkmaz bal kişand ser zext û komkujiyên ev saleke li Kurdistanê di asteke bilind de tên kirin û wiha dewam kir: "Zîhniyetên tarî yên li pêşberî têkoşîna gelê me têk çûne, hewl didin bi êrîş û komkujiyan encamekê bi dest bixin. Yek ji van êrîşên li derveyî mirovahiyê li Dîlokê hat kirin. Çi dibe bila bibe em ê li pêşberî van êrîş û komkujiyan bêdeng nemînin û bi mezinkirina têkoşîna xwe bersivê bidin."
Di daxuyaniyê de ji malbatên mirovên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xêrê hat xwestin.
Piştî xwendina metna daxuyaniya çapemeniyê, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan daxuyaniyeke kurt da û komkujî şermezar kir. Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.