Leşkerê berê yê rejîmê: Min di nava YPG'ê de fedayîtiya rastî dît

Leşkerê berê yê rejîmê Şervan Kerkûk ku niha şervanekî YPG'ê ye got, "Min di nava YPG'ê de hevaltî û fedayîtiya rastî dît."

Leşkerê rejîmê Siûd Kerko Casim, di êrîşeke DAIŞ'ê de birîndar dibe û hevalên wî, wî bi vê birîna xwe diterikînin. Casim ji aliyê hêzên Asayîşê ve tê rizgarkirin. Piştî ku rizgar dibe tevlî nava refên YPG'ê dibe û navê Şervan Kerkûk li xwe dike. Niha jî weke şervanekî Ereb li dewreya perwerdeyê ya Şehîd Lorans perwerdeyê dibîne.

Şervan Kerkûk, qala rizgariya xwe û bandora perwerdeyê kir: "Taybetmendiya bingehîn a federalîzma me ew e, xwe dispêre neteweya demokratîk. Em soz didin, ku em ê sîstema federal a demokratîk bi ser bixînin. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk pêk were, çi ji destê me bê em ê bikin."

'MIN JI REJÎMÊ RE LEŞKERÎ KIR'

Me Şervan Kerkûk di serdanek li dewreya perwerdeyê ya Şehîd Lorans de nas kir. Çîroka wî ya jiyanê balkêş e. Li Hesekê, ku mozaîka gelan e, ji dayik bû. Di dema zarokatiya xwe de bi hemû gelan re, bi taybetî bi Kurd û Ereban re jiya. Qala vê jiyana bi hev re dike, lê di heman demê de dibêje, ku hingî haya wan ji girîngiya vê yekê tinebû. Tîne ziman ku wî giranî dida ser dibistana xwe û dibêje: "Ez li dibistanê serketî bûm. Piştre çûm Helebê û min li zanîngehê dest bi xwendina aboriyê kir. Piştî ku ew qediya min qeyda xwe li beşa hiqûqê kir û dûre tevlî nava hêzên leşkerî yên rejîmê bûm.

Ya rast, min hingî ne rastiya gelê xwe ne jî rastiya rejîmê nas dikir. Ez çûbûm dibistanê; di çarçoveya dîroka fermî ya dewletê dida, min Sûriye, Ereb, rejîma Baas nas dikir. Bi qasî agahiyên ku wan didan min, min ev nas dikir."

'ASAYÎŞA ROJAVA JIYANA MIN XELAS KIR'

Şervan Kerkûk di nava hêzên rejîmê de tevlî şer bû û piştî ku di êrîşeke DAIŞ'ê ya li Hesekê de birîndar bû ji aliyê hêzên Asayîşa Rojava ve hat rizgarkirin. Şervan Kerkûk destnîşan dike, ku piştî vê bûyerê rûpelekî nû ji bo wî vebû û wiha dewam dike: "Di dema êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Hesekê de, weke hêzên rejîmê me derbên gelekî giran xwar. Ez jî hingî birîndar bûm. Gelek hevalên min di wan êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û hinek jî reviyan.

Ez birîndar bûm. Lê hêzên Asayîşê hatin ez rizgar kirin. Min ji wir derxistin û birin tedawî kirin. Piştî ku hatim ser xwe, min birin mala min. Piştî vê bûyerê ez gelekî li ser fikirîm. Li ser tiştên di nava leşkeriya rejîmê de bi serê min hat, min dît, fikirîm. Min ew û hevalên ku ez rizgar kirin, anî beramberî hev. Û min biryarek da û tevlî nava refên YPG'ê bûm."

'DI NAVA YPG'Ê DE MIN HEVALTIYA RASTÎ DÎT'

Şervan Kerkûk anî ziman, ku piştî perwerdeyeke demkurt wî li gelek navendên YPG'ê cih girtiye û got, "Ji ber ku xwendin û nivîsandina min baş bû, hevalan gotin, dibe ku li xebatên têkiliyên derve bêhtir kêrhatî bim. Lewma ez bi giranî li navenda têkiliyên derve ya YPG'ê mam. Li Til Berakê xebitîm. Piştî rizgarkirina Hol û Şedadê, li navendên têkiliyên derve yên YPG'ê min fermandarî kir. Heval ji min re dibûn alîkar ku ez xwe perwerde bikim. Bi taybetî hevalê Adîl timî pirtûkê bi Erebî ji min re danî. Û me nîqaş dikir. Ev pêvajo ji bo min gelekî kêrhatî bû.

Hem ji jiyana li nava YPG'ê, hem jî ji xwendin û nîqaşan ez hînî gelek tiştan bûm. Bi taybetî min di nava YPG'ê de hevaltî û fedayîtiya rastî dît. Di nava hêzên rejîmê de min gelek xiyanet dît. Leşkerên rejîmê miriyên xwe li erdê dihiştin û direviyan. Her wiha fermandarê me em li nava şer dihişt û direviya. Lê di nava YPG'ê de rewş berevajî vê ye. Li vê derê her kes hem ji jiyan hem jî ji perwerdeya hev berpirsyar in. Di her mijarê de li hev difikirin û bi vî rengî hewl didin xwe perwerde bikin."

'EM BI FELSEFEYA RÊBERTÎ XWE PERWERDE DIKIN'

Şervan Kerkûk, piştî pratîka zêdeyî salekê, bi şervanên Ereb ên mîna xwe, li dewreya perwedeyê ya Şehîd Lorans perwerdeya ramanî dibîne. Bandora vê perwerdeyê bi vî rengî vedibêje: "Li dewreya perwerdeyê ya Şehîd Lorans, em li ser mijarên bîrdozî, jiyanî, leşkerî û teorî perwerdeyê dibînin. Ev yek dibe sedem ku ji berê bêhtir bi berfirehî bifikirim.

Li dibistana Şehîd Lorans, me li ser bîrdozî, felsefeya Rêbertî, dîrok û ûslûbê perwerde dît. Em berê bi Kurdan re dijiyan, bi hev re bûn, di nava malbata min de mirovên bi Kurdan re zewicîn jî hebûn, lê me der heqê Kurdan de ti tişt nizanîbû. Piştî ku me ev tevger nas kir, me nêrîna Rêbertî jî nas kir. Me dît bê çawa jiyana xwe ji gelên li Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê re kiriye diyarî. Di vê perwerdeyê de min nêrînên Rêbertî bêhtir fêhm kir. Bi vê felsefeyê xwe perwerde dikim."

'EZ Ê JI BO NETEWEYA DEMOKRATÎK Û FEDERALÎZMÊ BIXEBITIM'

Şervan Kerkûk da xuyakirin, ku di roja îro de hewl tê dayîn sîstema Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi cih were anîn û got, "Taybetmendiya bingehîn a federalîzma me ew e; xwe dispêre neteweya demokratîk. Ez jî soz didim ku em ê sîstema federalîzma demokratîk bi ser bixînin. Ji bo pêkhatina Sûriyeya demokratîk çi ji destê min bê ez ê bikim."