Cenazeyê Gulerer li gundê Elbakê hat veşartin
Ayhan Gulerer, ku ji ber guleyên leşkerên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Ayhan Gulerer, ku ji ber guleyên leşkerên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê Ayhan Gulerer, ku li bajarokê Tatik ê Bedlîsê ji ber êrîşa leşkerên Qereqola Tatikê jiyana xwe ji dest da, anîn gundê Şêx ê navçeya Elbak a Wanê.
Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Gulerer bi merasîmeke ku xizm û malbat û lê amade bûn hat veşartin.
Îrfan Karaman û Haci Îrfan ên di heman êrîşê de bi giranî birîndar bûn, tedawiya wan hê dewam dike.