Çalakiyên gerîla dewam dikin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Bakurê Kurdistanê bênavber dewam dikin.
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Bakurê Kurdistanê bênavber dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê ragihand, roja 21'ê Tebaxê saet di 17:00 de, bi çekên giran li hemberî girê 'Genîş' ê li herêma Şemzînanê çalakî hatiye lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên li vir nehat zelalkirin.
HPG'ê da zanîn, roja 21'ê Tebaxê li navçeya Colemêrg Geverê, gerîla bi çekên giran li hemberî leşkerên artêşa Tirk ên li derdora girê Şehîd Gafûr ê herêma Oremarê bi cih bûbûn çalakî lidar xistin. Li gorî daxuyaniyê, hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirîn e û birîndar bûne nehat zelalkirin, lê piştî çalakiyê ji qerqeola Oremarê girê Şehîd Faraşîn bi obus û hawanan hat bombekirin û şewat li vir derket.
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 21'ê Tebaxê hêzên me li herêma navbera navçeyên Nisêbîn û Mîdyatê yên Mêrdînê rê kontrol kirin. Rê heta danê êvarê di bin kontrola hêzên me de ma. Piştî çalakiyê artêşa TC li herêmê dest bi operasyonê kir û li hin cihan şer derket. Agahiyên li ser operasyonê dema bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.
21'ê Tebaxê, hêzên me li hemberî maşîneke zirxî ya polîs tê de bûn li ser rêya Riha-Wêranşarê çalakiya sabotajê pêk anîn û di encamê de maşîn îmha bû. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
Hêzên me roja 20'ê Tebaxê saet di 21:00 de, li hemberîn nuqteya polîsan a li ser sêrrêya li taxa 27 Mayis a navçeya Amed Pîranê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de 3 polîs birîndar bûn."
JI HPG'Ê SERERASTKIRIN
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Li ser encamên operasyona li Şemzînanê ya 13'ê Tebaxê beriya niha daxuyaniyeke me ya berfireh hatibû dayîn. Me agahiyên nasnameyên hevalên xwe yên di vê operasyon û şerî de şehîd ketin, bi raya giştî re parve kiribûn. Hevalê me Bager ê ku xwedî heman navê şehîdekî ye û li herêmeke din li ser wezîfeya xwe ye, bi şaşitî şehîd hatibû îlankrin. Ji ber vê şaşitiyê em ji malbata wî ya hêja û gelê xwe lêborînê dixwazin."
NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XW EJI DEST DA
Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da bi vî rengî ye:
Nasnav: Bager Elbak
Nav paşnav: Yûsûf Yakût
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulsum-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tebaxa 2016 / Colemêrg