YPG: Êrîşên dewleta Tirk û çeteyan dewam dikin

YPG’ê bi daxuyaniya nivîskî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk û komên çete yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.

YPG, têkildarî êrîşên dewleta Tirk û yên komên çete yên di bin Koalîsyona Sûrî de ku bi ser Federasyona Rojava-Bakur de tînin daxuyaniyek nivîskî da. 

Daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê bi vî rengî ye: 

"Êrîşên Artêşa Tirk ên bi ser  Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî de berdewam dikin. Artêşa Tirk 21'ê Tebaxê serê sibehê bi çekên giran êrîş bir ser gundê Ziyaretê yê li rojavayê Kobanê. Di heman rojê de artêşa Tirk  bi şev bi çekên giran êrîş bir ser gundê Esefa yê li rojhilatê Kobanê. 

21'ê Tebaxê danê nîvro çeteyên DAIŞ'ê bi fuzeyan 2 êrîşên cuda birin ser gundê Qadiriyê yê li rojhilatê başûr ê bendava Tişrînê ya Kobanê û rojavayê bajarokê Eyn Îsa. 

ÊRÎŞÊN KOMÊN ÇETE

Êrîşên hevbeş ên komên çete yên di bin banê Koalîsyona Surî de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike.

Di çarçoveya van êrîşan de komên çete, 22'ê Tebaxê saet 05.00 de ji milê Seken Şikeyf ve li dijî taxa Şêx Meqsûd êrîşek li dar xistin. Piştî destwerdana hêzên me êrîşên çeteyan hat şikandin. Qasî hat zelalkirin di vê şerî de çeteyek hate kuştin.

Komên çete 21'ê Tebaxê, nîvro jî bi topên hawanan êrîş birin ser gundê Tilsilor ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê."