NÛ BÛ

Li Hesekê, Zanîngeh û Embara Genim ji rejîmê hatin paqijkirin

Stadyûm û Muzeya Hesekê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Asayîşê ve hatine dorpêçkirin.

Li taxa Xwêran a Hesekê, Zanîngeha Aboriyê, Embara Genim û Dibistanek di encama şerekî dijwar de ji destê rejîmê hatin derxistin û rizgarkirin.

Stadyûm û Muzeya Hesekê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Asayîşê ve hatine dorpêçkirin.

Şer li taxên Xwêran û Neşwa Xerbî û sûka bajêr dewam dike. Danê sibehê jî Xaçerêya Basil û Nanpêşxaneyek li tax Xwêranê hatibûn rizgarkirin.

3 LEŞKER DÎL HATIN GIRTIN

Di vê navberê de, di çalakiyên duh bi şev ên YPG/YPJ, Asayîş û Hêzên Parastina Civakî de li taxa Xwêranê 3 leşkerên rejîma Baasê dîl hatin girtin. Her wiha tevî cenazeyê leşkerekî rejîmê, doçkayek 14,5, 200 fîşekên wê, 5 bombeyên gazê, 2 kleş, 2 rext û 3 motorsîklet bi dest ketin.

...