BI DÎMEN

Li başûrê Minbicê wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan bi dest ketin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, operasyonên xwe yên ji bo rizgarkirina gundên li başûrê Minbicê didomînin. Di van operasyonan de du wesayîtên bombebakirî yên çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, operasyonên xwe yên ji bo rizgarkirina gundên li başûrê Minbicê didomînin. 

Şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicê heta niha gelek gund û gundik rizgar kirine û her bi pêş ve diçin.

Şervanan li vê xeta başûr a Minbicê, du wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan bi dest xistin.

Tîmên pispor ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, wesayîtên bombebarkirî bêbandor kirin. Şervanên pispor her wiha mayînên çeteyan ên li gund, gundik û li ser rêyan hatine bicihkirin radikin û bi vî rengî hem pêşî li pêşveçûna şervanan vedikin, hem jî jiyana sivîlan rizgar dikin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser xeta başûrê Minbicê pêş ve diçin.