Li Başûrê Kurdistanê xizmeta tenduristiyê nadin penaberan

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, êdî ew derfetên wan nemane ku xizmeta tenduristiyê bidine penaberan. Wezîrê Tenduristiyê Rêkewt Hemereşîd got, "me bang li Bexdayê kir da ku bi me re bibe alîkar."

Wezîr Rêkewt Hemereşîd piştî civîna Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Navendî ya Iraqê têkildarî rewşa dawî ya xizmeta tenduristiyê agahî bi raya giştî re parve kir. Hemereşîd got, ev du sal in li gel ku ew ji hikûmeta navendî ti alîkariya diravî nastînin jî wan xizmeta tendiristiyê dane penaberan. Hemereşîd wiha diyar kir, "êdî ew derfetên me nemane ku em xizmeta tendiristiyê bidine penaberan. Ji bo ku bi me re alîkar bin me bang li Bexdayê kir."

Di civîna îro ya Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê û Iraqê de mijara hatina pêkan a penaberan hate nîqaşkirin. Wezîr diyar kir, bi Operasyona Mûsilê re ku êdî pêk hatine wê nêz bûye, bi hezaran Mûsilî wê neçar bimînin ku koçî Kurdistanê bikin û ev rewş jî ji bo wan giran e.

Hemereşîd got, "ji bo ku drameke mirovî dernekeve holê, pêdivî bi nexweşxaneyên seyar, bêhtir ambûlans û personelên tenduristiyê hene da ku bikarin xizmetê bikin."