Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê dewleta Tirk hişyar kir

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşekerî ya Cerablûsê, diyar kir ku li hember hewldanên dewleta Tirk bêdeng nabin, li ser bingehê peymana navneteweyî ya herêmê û gel wê xwe biparêzin.

Meclîsa Leşekerî ya Cerablûs, ji ber nêzîkatî û pêkanînên dijminahiyê ya li hember gelên Cerablûs û Sûriyeyê dewleta Tirk hişyar kir. Meclîsa Leşekrî, destnîşan kir ku li hember pêkanînên dijminahiyê ya dewleta Tirk bêdeng namînin, li ser bingehê peymana navneteweyî ya herêmê û gel wê xwe biparêzin.

Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs û gundê wê bi daxuyaniyekê destwerdana Dewleta Tirk di Cerbalûsê de ku bi awayekî raste rast tê kirin hişyar kir. Meclîsê derê bar derbaskirina hêjmarek mezin ji çeteyan ku çeteyên DAIŞ’ jî di nava de li ser nuqteyên sînor di çerçove xerakirina aramiya ewlekariya Sûriyê pêk tê.

Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs û gundên wê di daxuyaniya xwe de got ku dema bajarê Minbic û gundên wê ku nêzî herêma Cerablûsê ne bi alkariya şervanên QSD’ê hate rizgarkirin, Rêjîma Tirkiyê lez da kiryarên xwe yên dijminane ku rêzekiryarên xwe yên ne dijminane didema rizgarkirina Minbicê de zêde kirine û daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Dewelta Tirk komên çetkdar ên girêdayî xwe ku çeteyên DIAŞ’ê jî di nava de bi hejmarên mezin xistine tevgerê û wan li noqeteyên sînor bi cih kirine. Armanca wan ji vê yekê aramiya li Sûriyê xirabike. Di demên dawî de kiriyarên wan zêdebûn û kûrtir bûn. Pîlanên qirêj pêk tînin ji bo destkeftiyên gelê me têk bibin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tirkiyê bi xistina komên çekdar ên terorîst ku girêdayî rêxistina Qaîda ne dixwaze herêmê dagir bike û daxuyaniya xwe wiha domand: “Bi vê yekê û di rêya komên terorist ên girêdayî Qaîda ku xwe bi jêkirina serê zarokan li Helebê û Mibicê xwe paye dikin. Bi alîkariya Yekîneyên Taybet ên Sîxûriya Tirkiyê û hêzên wan ên li ser xaka Sûriyê li herêmên Cerabluûs ya xweşik dixwazin herêmê dagir bikin. Ev yek di rêya peymanên di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê ên teroist de pêk hatine.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rêjîma Tirkiyê hişyar dike û wiha dom kir: “Em dewleta Tirk hişyar dikin ku li dijî xaka Sûriyeyê û pêkhateyên wê û bi taybet herêma Cerablûsê kiryarên dijminane pêk bînin. Em teqez dibêjin ku em ê bêdeng nemînin û em ê bersiva hemû kiryarên dijminane bidin. Em ê gelê xwe li gorî qanûnên navdewletî biparêzin.Ev welat nabe meydane şer ji her kesî re. Pastina ewlkariya herêmê erka me ya exlaqî û qanûniye dikeve ser mile civaka wê û gelê we. Ew ê bersiva hemû kesên êrîşkar pêk bînin. Em wan komên çekdarê ên li gorî fermana Tirkiyeyê tevdigerin hişyar dikin, bila dest ji kiryarên xwe berdin.”

Di dawiya daxuyaiyê de Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bang li hevpeymana Navdewetî ku Emerîka srekêşiya wê dike ku li gorî sozên xwe yên parstina herêmê ji destwerdana dewleta Tirkiyeyê tevbigirin û li dijî hewldanên ên destwerdana di xaka Sûriyeyê de ku li dijî destkeftiyên gelê me pêk tê derkevin.Em her demê dibêjin, em ê bersiva hemû êrîşkaran bidin.”

Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê û gundên wê ji tabûrên Firat Cerablûs (Cewadira), Ehrar Cerblus û Tabûrên Siqûr Cerblusê pêk tên.