Caner ê li Dîlokê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin
Metîn Caner ê ku di komkujiya Dîlokê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmekê hat veşartin.
Metîn Caner ê ku di komkujiya Dîlokê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmekê hat veşartin.
Metîn Canêr ê 17 salî ku şeva Şemiyê di êrîşa bombeyî ya bi ser mala dawetê de jiyana xwe ji dest dayî, vê sibehê piştî ku ji morga Akkopruyê cenazeyê wî hate standin, ew anîn taxa Şabaniyê. Cinaze bi dirûşmên ‘’şehîd namirin’’, ‘’kujer Erdogan’’ hate veşartin.
Hevserokên DBP’ê, HDP’ê yên Wanê, Şaredarên Navçeyê, Rêxistinên Navçeyan ên HDP’ê, DBP’ê, Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, aktîvîstên KJA’yê, Dayikên Aştiyê di cenaze de amade bûn.
Piştî duayan Wekîlê Hevserokê DBP’ê yê Wanê Metîn Kutaz got, hikûmeta ku komkujiyên Pirsûsê, Amedê, Enqerê ronî nekirî, ji komkujiya Dîlokê berpirsyar e. Kutaz bang kir ku gel hemû li hemberî êrîşên bi vî rengî bihistyar be û bi tevdîr be.
Wekîlê HDP’ê Lezgîn Botan got, mirov dide fikirandin bê ka çima qelsiya îstîxbaratî tenê di êrîşên bi ser Kurdan de peyda dibe.
Piştî axaftinan gel çû cihê taxiyê ya li taxa Cevdet Paşa û serxweşî da malbatê.