Li Hesekê şer giran e
Şerê li Hesekê di roja 7'an de ye. Şer li taxên Mesakin, Xwêran û Neşwa Xerbî danê sibehê giran bû. Gav bi gav cih li hêzên rejîmê û komên çete yên ser bi rejîmê, teng dibe.
Şerê li Hesekê di roja 7'an de ye. Şer li taxên Mesakin, Xwêran û Neşwa Xerbî danê sibehê giran bû. Gav bi gav cih li hêzên rejîmê û komên çete yên ser bi rejîmê, teng dibe.
Şerê li Hesekê ku ji ber êrîşa hêzên rejîmê destpê kir, di roja 7'an de ye. Hêzên rejîmê û komên çete yên paramîlîter, di vî şerî de derbên giran ji hêzên YPG/YPJ, Asayîş û HPC'ê dixwin.
Rejîm û çeteyên ser bi dewleta Îranê ku ji bo rejîmê şer dikin, li taxên Xwêran, Neşwa Şerqî û sûka bajêr tengav bûne. Mîna ku DAIŞ'ê li Minbicê kir, li Hesekê jî hêzên rejîmê gelê li herêmê ji bo xwe weke mertalê zindî bi kar tîne.
Hê ji aliyê çavkaniyên fermî ve nehatiye piştrastkirin, lê tê gotin beşa mezin a taxa Xwêranê ji destê rejîmê hatiye derxistin û di bin kontrola hêzên YPG/YPJ û Asayîşê de ye. Di şerê danê vê sibehê de ji hêzên rejîmê gelek kuştî çêbûn. Gav bi gav xeleka li dora hêzên rejîmê teng dibe.
Di şerê li Hesekê de, ji ber topbarana rejîmê heta niha 18 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyan, hejmara leşkerên teslîmî hêzên YPG/YPJ û Asayîşê bûne zêde ne û leşker ji hev ketine. Tê gotin, yên şer dikin Makaneîn û Hîzbûllah a Îranê ye.
Şerê di nava şevê de giran bû, sibehê hinekî sivik bû. Li şûna şerê giran, danê sibehê bi sûîqest û çekên ferdî dewam kir.
Çavkaniyên YPG'ê dabû xuyakirin, ku di şerê duh de 36 leşkerên rejîmê û çete hatine kuştin û 20 leşkerên rejîmê jî dîl hatine girtin.
Di şer de 10 bombe, 6 çekên kalaşnîkov û 3 qutî fîşekên wê, 5 çeka B7, BKC û 3 zincîrên wê, çekek sekvaniyê, 2 rext, dûrbînek ji bo şevê, 8 telefonên destan û bêtêlek ketin destê şervanên YPG'ê. Her wiha wesayîtek doçka 23.5 li ser, tevî 6 kesên tê de hat rûxandin.