8 gundên li başûrê Minbicê hatin rizgarkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 8 gundên li başûrê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Di vî şerî de 27 çete hatin kuştin.

Operasyona rizgarkirina başûrê Minbicê, ku di çarçoveya Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de tê meşandin, dewam dike.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundên Şaş Hemdan, Cidêdê Foqanî, Qebasîn, Resim El-Mestaha, Şeceret Hedîdî, Ên Camûs, Cib Xamîs û Xirbet Berxûs ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Di şerê li vê herêmê de 27 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Cenazeyên 17 ji wan tevî gelek çek û cebilxaneyan ketin destê şervanan.