NÛ BÛ

Hêrsa li hember qetlîama Dîlokê li her derê bilind dibe!

Qetlîama Dîlokê li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê bi çalakiyên tê protestokirin. Di çalakiyan de tim dirûşma “Qatil DAIŞ hevkar AKP” tê qîrikirin.

Qetlîama Dîlokê li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê bi çalakiyên tê protestokirin. Di çalakiyan de tim dirûşma “Qatil DAIŞ hevkar AKP” tê qîrikirin.

AMED

Qetlîama Dîlokê, bi beşdariya sedan kesî û yekgirtina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li pêşiya avahiya HDP’ê ya semata Ofîsê hate protestokirin. Li ser rênedayîna polîsan a ku daxuyaniyê li der ve bide gel bi dirûşmên “Qatil DAIŞ hevkar AKP” qîr kirin. Di daxuyaniyê de endamê Meclîsa Daîmî ya KCD Mûsa Farsoglû axivî û wiha got: “Piştî daxuyaniya duha a KCK’ê ku têkildarî pêvajoyê û di deklerasyona ku diyar kir ku ji bo pêvajoya şer vegerînin pêvajoya aştiyê pêkhatina qetlîama li Dîlokê, polîtîkaya qetlîamker û înkarcî ya li dijî hemû gelê Kurd û Rojava carekî din raxiste ber çavan.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Qatil DAIŞ hevkar AKP” û “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.

WAN

Şevê din li taxa Beybaçe ya Şahînbeya Dîlokê li dijî daweta malbatek HDP'î êrîşa bi bombeyî pêk hat û herî kêm 51 kes hatin qetilkirin. Çalakiyên şermezarkirinê belav dibin. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê li ber avahiya kom bûn û komkujî şermezar kirin. Hevserok û Hevşaredarên DBP'î yên navçeyên Serav, Ebex, Rêya Armuşê, Artemêt û gelek bajarokên din ên Wanê jî amade bûn. Di çalakiyê de pankarta reş bi avahiya HDP'ê ya Wanê vekirin û komkujî şermezar kirin. Cîgirê Hevserokê HDP'ê yê Wanê Ozgur Aras, komkujî şer mezar kir û diyar kir ku êrîşa DAİŞ'ê li Dilokê pêk anîye li dijî yekîtiya gelan pêk aniye. Aras, hevkariya AKP'ê û DAIŞ'ê şermezar kir û peyama "Em destûr nadin komkujî bê veşartin" da.

Cenazeyê Metin Caner

Cenazeyê ciwanê 17 salî Metin Caner ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û ji wanê ye, wê Cenazeyê wî îşev li Morma Akkopru bê pêşwazîkirn û sibê saet di 10.00'an de li Goristana Şabaniyê bê definkirin.

MÛŞ

Rêxistina HDP û DBP'e yên Mûşê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî da çameniyê. Endamên Kongreya Jinen Azad (KJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û gelek saziyên din amade bûn. Hevserokê HDP'ê yê Mûşê Metin Işık, diyar kir ku kesên li pişt vê komkujiyê wê teqez hesab bidin. Işik, destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew wê aştiyê pêk bînin.

MÊRDÎN

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrdîn û navçeya Midyadê êrîşa şevê din li Dîlokê pêk hatî bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Alî Atalan û Erol Dora, Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan, Hevserokê DBP'a Mêrdînê Omer Ocalan, Endama MYK'a DBP Perîhan Agaoglû û bi dehan kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya li ber Otela Akîtû pêk hatî ji aliyê Hevserokê HDP'ê ya Mêrdînê Alî Aslan hat xwendin.

Aslan teqîna Dîlokê bi tundî şermezar kir û wiha axivî: "Kesên ev teqîna li Dîlokê pêk anînin diyare. Çeteyên DAIŞ'ê bi salane li Dîlokê bi cîh bûye û dewlet ji van kesan agahdare. Dewletê bi destên xwe van kesan mezinkir. Gelê kurd ti carî serê xwe li ber ev hovan ne tewandiye û natewîjînin. Em wek rêxistinên Mêrdînê ev êrîşa bi tundî lanet dikin."

ŞIRNEX

Li Cizîrê ya Şirnexê jî rêxistinên HDP û DBP'ê êrîşa li Dîlokê pêk hatî bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr, Endama Meclîsê ya HDP'ê Nûran Îmîr, hevserokên HDP û DBP'ê yên navçeyê û gelek welatî tevlî daxuyaniya li avahiya HDP'ê pêk hatî bûn. Hevserokê DBP'ê Mesût Nart di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev êrîşa ku di demek azadkirina Minbicê de û daxuyaniya KCK'ê ya ji bo aştiyê dayî de pêk hatî mirov têxe nava fikaran. Nart diyar kir ku ev êrîşên plankirî çiqas pêk werin jî ew wê ji biryara xwe ya aştiya gelên Rojhilata Navîn venegerin.

Hevserokê HDP'ê Alî Akdenîz jî êrîşa ku li Dîlokê pêk hatî bi awayekî tund şermezar kir. Akdenîz sersaxî ji malbata welatiyên jiyana xwe ji dest dayî xwest û got ku ew hêvî dikin welatiyên birîndar bûne di demek kin de rewşa wan baş bibe.

CIZÎR

Di civîna çapemeniyê ya ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê de hevşaredar Kadîr Kûnûr, endama Meclîsa Partiya HDP’ê Nûran Îmîr, hevserokên DBP-HDP’ê yên navçeyê û gelek kes beşdar bûn. Hevserokê DBP’ê yê navçeyê Mesût Nart êrîşa li Dîlokê şermezar kir, bal kişad ku êrîş piştî daxuyaniya KCK’ê û serkeftina Minbicê pêk hatiye. Hevserokê HDP’ê y navçeyê Alî Akdenîz jî ji malbatên ku xizmên xwe winda kirin re sersaxî, ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest. Akdeniz da zanîn ku gelê Kurd li hember ti êrîşan serê xwe natewîne.

SILOPIYA

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê rêxistinê HDP’ê û DBP’ê bi heman armancê daxuyaniya çapemeniyê lidarxistin. Di çalakiyê de hevserokê DBP’ê Mahmût Yildizgorer daxuyanî xwend û bal kişand ser qetlîamên Enqere û Pisûsê. Yildizgorer wiha anî ziman: “ Em êrîşa li Dîlokê li hember gelên sivîl hate lidarxistin şermezar û lenet dikin. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin.”

STENBOL

Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Alimên Dînî (DIYA-DER) li gel Kongeray Îslam a Demokraîtk (DÎK), qetlîama li Dîlokê pêk hatî li pêşiya Şaxê Stenbolê bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê şermezar kir. Li gel beşdarbûna sedan kesî perlementerên HDP’ê û endama Meclîsa DÎK Huda Kaya jî di civîna DIYA-DER a ku li Şîrînevler hatin lidarxistin de amade bûn. Serokê DIYA-DER Ekrem Baran û Berdeva DIK’ê Huda Kaya li vir axaftin kirin.