Li Kerkûkê êrîşa xwekujî: 3 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê di encama êrîşa xwekujî de 3 kes birîndar bûn, zarokekî ku xwest xwe biteqîne ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate girtin.
Li Kerkûkê di encama êrîşa xwekujî de 3 kes birîndar bûn, zarokekî ku xwest xwe biteqîne ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate girtin.
Êrîşa xwekujî li nêzîkî Migefta Huseyîn Îmam Cafer a aîdî Şiiyan a li Taxa Vastî ya Kerkûkê pêk hat. Di encama êrîşê de ti kes jiyana xwe ji dest nedan, lê 3 kes birîndar bûn.
Di saetên şevê de jî li Taxa Tîshîn a Kerkûkê zarokekî ku bi gomana ku wê xwe biteqîne ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate girtin.