Li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Qisleyê çalakiya berfireh

Gerîlayan li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Qisle ya Dersîmê çalakiyek lidar xistin. Piştî vê çalakiyê gelek ambûlans û helîkopteran berê xwe dan herêmê.

Li hemberî avahiya Midûriyeta Emniyete ya navçeya Qisle ya Dersîmê, danê sibehê gerîlayan bi roketan û çekên giran çalakiyek pêk anîn. 

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku çalakî gelekî dijwar bû û gelek caran dengê teqînê ji herêmê hat. Li gorî agahiyan, şer bi qasî saetekê dewam kir.

Şêniyên navçeyê dan xuyakirin, ku di çalakiyê kuştî û miriyên dewleta Tirk çêbûne û gelek ambûlans û helîkopter çûne cihê bûyerê. Piştî çalakiyê dûyê reş bi ser avahiya emniyetê ket. Li herêmê car carna dengê çekan tê.