Komîteya Rêveberiya PKK’ê, têkildarî şehadeta Mecît Gumuş (Mahmût) daxuyaniyekî ya çapemeniyê da. PKK’ê wiha anî ziman: “Hevriyê me yê bi nirx Mahmût (Mecît Gumuş) ji ber nexweşiya penceşêrê gihşte şehadetê. Di serî de ji malbat, xizim, hevrê û gelê Mêrdîn û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Hevriyê me Mahmût ji xeta têkoşîn û berxwedanê ya 40 salan tawîz neda, heta nefesa xwe ya dawî jî dixwest li çiyayên Kurdistanê di nava hevriyê xwe de derbas bike. Ji ber sedemên nexweşiyê piştî ku ji girtîgehê hate berdan bi PKK’ê re têkilî danî, pêşniyar kir ku di mehên dawî de bi hevriyên xwe re li çiyayên Kurdistanê bimîne. Piştî ku pêşniyara wî hate pejirandin bi keyfxweşî û kelecanekî mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştî ku 20 rojan ku çiyayên azad himêzkiri û şûn de, piştî ku rakirin nexweşxaneyê gihişte şehadetê.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevriyê me Mahmût salên destpêkê ku partiya me nas kir û beşdariya xwe ji Tevera Azadiyê re kir. bi salan gerîlatî kir.” Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dema ku li Bakurê Kurdistanê xebat dimeşand cara yekem bû ku hate girin. Di serî de li Girtîgeha Amed nêzî 20 salan li girtîgehên cuda cuda ma. Piştî girtina xwe ya dûyemîn û şûn de dîsa vegeriya çiyayên Kurdistanê, gihişt azadî û hevriyên xwe.
Di têkoşîna Azadiyê de gelek erk girtin û pêk anî. Di sala 2013’an de ji bo ku hem li Rûsyayê tedawî bibîne û xebatên siyasî bimeşîne hatibû şandin; lê ji ber têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê li beramber têkiliyên xwe hevriyê me Mahmût radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Bi vî awayî cara siyemîn keta girtîgehên dewleta Tirk a qirker. Di cara siyemîn a ketina zindanê de nexweşiya penceşêrê pêre peyda bû, di demekî din de ji ber nexweşiya xwe êdî nema karî di girtîgehê de bimîne. Dama ku ji girtîgehê hate derxistin, xwest dîsa li gel hevriyên xwe yên ku bi salan têkoşîn meşandine bimîne û ev daxwaza wî hate bi cih anîn.
Hevriyê me Mahmût li Mêrdînê kesekî welatparêz bû; di pêşketina PKK’ê ya li Mêrdîn û navçeyên wê rolekî pir mezin ya hevriyê me Mahmût hebû. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de her tim xwedî bawerî û bi moral bû, di warê serkeftina têkoşînê de her tim baweriya wî bilind bû. Di tevahî jiyana xwe de her tim bûye endamekî yê vê têkoşînê. Weke kadroyekî yê PKK’ê bê ku bêje ev kar biçûk yan mezine xebat da meşandin, bi moral û rûmet xebata serkeftinê di nava têkoşîna azadiyê de di hindirê xwe de dijiya.
Hevriyê me Mahmût, girêdana xwe ya bi gel, Rêbertî, partî û hevriyên xwe re dabû nîşandan, em carekî din bi rêzdar û minet bi bîr tînin, em soz didin ku hesreta wî ya azadiya Kurdistanê bi cih bînin.”